Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Hewlêrê zêdetirî 120 dukan şewitîn

Ji aliyê RÛDAW 15-6-2018
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê ragihand, îro înê agir li bazareke bajarê Hewlêrê ket û di encama bûyerê de zêdetirî 120 dukanan şewitînin û sedema agirberbûnê jî fîşekên hewayî bûye.


 

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Emîd Şuwan Ebdulqadir ji Rûdawê re ragihand: “Di encama bûyera agirpêketinê de, ya li bazara Siyac a taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê, zêdetirî 120 dukan şewitîne.”


 

Şuwan Ebdulqadir da xuyakirin, bo vemirandina agir heşt tîmên Berevaniya Sivîl a Hewlêrê bo cihê bûyerê hatin şandin û piştî 4 hewldaneke mezin, agir di demjimêr 04:00ê serê sibehî de hate kontrolkirin û bi temamî hat vemirandin.

 

Bazara Siyac a Taxa Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ji 620 dukanan pêkhatiye.


 


Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê behsa sedema agirberbûna bazarê jî kir û ragihand, ku sedema agirpêketinê fîşekên hewayî yên yariyên agirîn bûye, her çend ku di destpêkê de hatibû gotin, ku sedema bûyerê şorta elektrîkê bûye, lê belê piştre derket holê ku ne wisa ye û sedema bûyerê tiştek din e.

 

Şuwan Dbdulqadir da zanîn, ku tîmên taybet ên Rêveberiya Sivîl a Hewlêrê derbarê bûyerê de mijîlê encamdana lêkolînê ne.










Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.531 seconds