Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Facebooka bi kurdî vebû

Ji aliyê 15-7-2013
Hinek cûdahiyên ji malperên din hene
Hinek cûdahiyên ji malperên din hene
Koln (Rûdaw) - Malpera medyaya civakî ya kurdî “EZÛEM“ vebû. Malpera ku xwerû bi kurdî ye, ji hêla naverok û xebatê de nêzîkî malpera bi nav û deng ya civakî Facebookê ye. 

Bi rêya vê malperê hem bikarhêner dikarin hev nas bikin û hem jî mûzîk û vidyo, wêne û nivîs û pirsdank dikarin werin parvekirin. Herwiha mîna malperên din ên medyaya civakî, hemû parvekirinên hevalên bikarhêneran dikarin werin şîrovekirin, ecibandin û parvekirin. Ji hêla din ve di malperê de beşek taybet ji bo parvekirina pexşanan hatiye veqetandin û armanca vê kategoriyê jî geşkirina wêjeya kurdî bi rêya medyaya civakî ye. 

Dîwan, ango chat a bi deng û ya bi dîmen jî du rêbazên ku bikarhênerên malperê bi awayekî rasterast bi hevre biaxivin. Cûdahiyek din ya malpera bi navnîşana www.ezuem.com ji malperên din ên civakî ew e ku wêne û vidyo di kategoriyên cûr bi cûr de tên tomarkirin. Bi vî awayî eger wekî mînak bikarhênerek bixwaze li hinek wêneyên zarokan binêre, dikare di kategoriya zarok de hemû wêneyên zarokan yên hatine parvekirin bibîne. 

Reqabeta bi malpera Facebookê re

Bi giştî heta niha 915 kes bûne endamên malperê û hemû parvekirin bi kurdî hatine belavkirin. Malpera EZÛEM wê çiqasî bikaribe bikarhênerên kurd yên ku Facebookê bikartînin bikişîne cem xwe, pêşeroj wê diyar bike. Hêjayî gotinê ye ku di salên borî de li gellek welatên cîhanê malperên medyaya civakî vebûn lê belê piştî Facebook bû markeyek cihanî, endamên wan malperan berê xwe dan Facebookê. Li seranserî cîhanê niha zêdeyî milyarek û 100 milyon endamên Facebookê hene. Tê texmînkirin ku ji van bikarhêneran bi dehhezarên wan Kurd in. 

Ji bo beşdarî Ezûem bibin, lînka jêr bitikînin;

Nîşankirin :
1641 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.219 seconds