Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ermenî û mesîhiyên Amedê: Em deyndarê Mele Mistefa ne, bila Kurd bibin dewlet

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 15-8-2017
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Ermenî û piraniya mesîhiyên li Amedê dijîn, piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin. Ermenî dibêjin, ji ber ku Mele Mistefa Barzanî di sala 1915'an de bav û kalên wan ji qirkirinê rizgar kiriye, ew xwe deyndarê Başûr dibînin û dibêjin erê. Li gorî mesîhiyan avabûna dewleteke kurdan dê ji bo hemû pêkhateyan bibe nimûneyeke serkevtî. 

 

Li bajarê Amedê ji xeynî kurdan, ermen jî referandûma li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. 

 

Yek ji van ermeniyan jî Hadî Gumuş e û ew berdevkê ermenan ê Amedê ye. Ew dibêje weke prensîb cemaeta ermen piştgiriya serxwebûnê bo hemû bindestan dike û ew jî piştgirî didin giştpirsiya Başûrê Kurdistanê. 

 

Berdevkê Platforma Ermeniyên Kedkar ên Amedê, Hadî Gumuş derbarê biryara referanduma Başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û got: “Referanduma 25'ê îlonê ji bo me ermeniyan jî dê kêfxweşî be. Daxwaziya me ew e ku bi quweteke mezin di referandumê de, Kurd bibêjin erê û Kurd dewleta xwe deynin. Bila serfiraz bin, azad bin.”

 

Paramaz Mercan jî ermeniyekî Amedê ye. Ew bi bîr dixe ku Mele Mistefa Barzanî bi pêşmergeyan re bi hezaran ermenî ji qirkirinê rizgar kiriye û ew piştgiriya ji bo giştpirsiyê weke deynekî dibîne.

 

Paramaz Mercan dibêje: “Di sala 1915'an de di qirkirina ermeniyan de li Başûrê Kurdistanê rêzdar Mele Mistefa Barzanî, bav û kalên me hembêz kirine. Em jî deyndar in û ji referandûmê re dibêjin erê.”

 

Şaban Ok jî Nûnerê Dêra Mesihiyan a Amedê ye. Ew dibêje avakirina dewletek li Başûrê Kurdistanê dê ji bo hemû kurdan û pêkhateyan bibe nimûneyeke serkevtî.

 

Şaban Ok weke mesîhiyekê xelkê Amedê ji Rûdawê re dide xuyakirin: “Serfiraziya gelê kurd serfiraziya me ye jî. Ji ber wê ez bawer im wê daha rengekî xweş, hemû gel bi hev re di welateke azad de serbixwe be. Ez bawer im dê jiyana me mesîhiyan jî çêtir be.”

 

Li Amedê hejmara ermeniyên ku li xwe vegeriyane gelek kêm in. Lê hejmara malbatên ku ermen bûne û piştre bûne misilman gelek zêde nin. Li bajêr niha bi sedan mesîhî hene û ola xwe bi awayeke nepenî dijîn. Piraniya wan jî palpiştê giştpirsiya serxwebûna Başûr in. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Shah Islam muhammed rewssul ahmed. | 2017-09-24 8:13:39 PM
Zirar nebe, dêy sibey asmana Kurdistan bi tevayî ji Rojhilata Kurdistan heta Bakur. Rojava tevî ji FARIZAN re xedexebet.... inca gelo ji Iran Kurd...
Îranê esmanên xwe ji bo Başûrê Kurdistanê girt
| 16 demjimêr berê | (1)
Namdar | 2017-09-24 7:33:36 PM
Silaw û her Silaw bi rêz Qubad, dest xeswh, dengî xwesh her bijî ji hem peyyamê zelal û ji bo paraztinê mafa me Kurd û Kurdistan, lewê Kurd û...
Qubad Talebanî: Çavê hemû cîhanê li Kurdistanê ye
| 10 demjimêr berê | (1)
Shwan | 2017-09-24 7:31:57 PM
Linki dangdan
Goranê biryara xwe da
| 9 demjimêr berê | (1)
Emirşah Kahraman | 2017-09-24 4:06:26 PM
Kijan rêxistin, partî û tevger li hember Giştpirsiyê be wê bendê xwe bixwe bikşîne...
FLAŞ - Komela Îslamî piştgirî da referandumê
| 12 demjimêr berê | (1)
0.485 seconds