Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Parlementoya Kurdistanê bangewaziya bi zimanê tirkmenî

Ji aliyê RÛDAW 15-9-2017
Parlementoya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerên Tirkmen ên li Parlementoya Kurdistanê, bi zimanê tirkmenî ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê, bi zimanê tirkmenî banga piştgiriyê kirin.

 

Parlementoya Kurdistanê piştî 2 salan, vê êvarê rûniştina yekem pêk anî.

 

Parlemento bi biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê vê êvarê civiya.

 

Parlementera Tirkmen Muna Qehwecî ku di rûniştina parlementoyê de axivî wiha got:

 

“Di bin ala Iraqê de Tirkmenan bi salan îşkence dîtin. Lê li Kurdistanê gihiştin mafê xwe. Kerkûk siberoja Kurdistanê ye. Em bang li hemû xwişk û birayên xwe dikin ku di 25ê Îlonê de piştgirî bidin referandumê.”

 

Serokê Giştî yê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenan Muhammed Sadettîn Îlhanlî jî di rûniştinê de li ser referandumê diyar kir:

 

“Li Herêma Kurdistanê, Tirkmen weke gelê duyemîn tên dîtin. Ji ber ku çarenûsa me û Kurd û mesîhiyan yek e, ji bo biratiya me û berjewendiya gelê me, em pişgirî didin referandumê.”

 

Parlementoya Kurdistanê îro bi amadebûna 68 parlementeran piştî du salan di rûniştina xwe ya yekem de bi 65 dengan biryara referanduma 25ê Îlonê pejirand.

 

Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdarî rûniştina vê êvarê nebûn.

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 16-9-2017
30-Million-Kurd li Bakûrê Kurdistanê (li Welatê xwe) ji ber Qedexeya Dewleta Faşîsta Tirkan nikarin bi Kurdî biaxvin û binvîsin lê çend-Hezar-Tirkmenên kû di Dema Osmanîyan de nîştecîhê Welatê me bûne dikarin û dixwazin bi Tirkmenî li Parlamênta Kurdistanê biaxivin! Eger ev ne bindestî be pa Wateya wê çî ye?🤔
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1422 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 3 demjimêr berê | (1)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 14 demjimêr berê | (1)
Remezan | 2017-10-22 5:37:49 PM
Malmîrat, li Başûrê ku 4-5 mîlyon e 32 partîîï ma dê çawa çêbe yekîtîya neteweyî
quzilqurt | 2017-10-22 9:56:56 PM
Ev 32 Partî heta niha di kûde bûn? Partiya Kera jî di nav de?
Daxuyaniyek ji 32 partiyên Kurdistanê ve li ser êrişên Iraqê
| 23 demjimêr berê | (3)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.188 seconds