Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Sekreterê nû yê HDKê projeyên xwe ji Rûdawê re aşkere dike

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2017
Sekreterê Nû yê HDKê Mistefa Mewlûdî

Koye (Rûdaw) – Sekreterê Nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) a Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Mewlûdî projeyên xwe bo birêvebirina wê partiyê ji Rûdawê re aşkere kir.

 

Duh yekşemî 15ê Çileya 2016ê, Komîteya Navendî ya HDKê li baregeha sereke ya wê partiyê li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê civîna xwe li dar xist û tê de îdtifaya sekreterê berê yê wê partiyê Xalid Ezîzî pesend kir û Mistefa Mewlûdî weke sekreterê nû diyar kir.

 

Mistefa Mewlûdî îro weke sekreterê nû yê HDKê bi fermî dest bi karûbarên xwe kir.

 

Di daxuyaniyeke bo Rûdawê de, Mistefa Mewlûdî behsa projeyên xwe bo birêvebirina Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê kir û ragihand, ku ew dê pêdeçûneke ciddî bi rêxistin û şêweya karê endamên wê partiyê de bike.

 

Mewlûdî ji Rûdawê re got, ew dê hewl bide bi nirxandineke ciddîtir û dîtineke serdemiyane berê xwe bide mijarên siyasî û tekez kir, ku ew dê bo gihîştin bi armancên xwe mifayê ji hemû şêwazên çalakiyan werbigirin, ku bi nêrîna wî giringtirînê wan şêwazan, bihêzkirina pêwendiyên dîplomatîk e.

 

Sekreterê Nû yê HDKê, herwiha amaje bi wê jî kir, ku ew dê hewla nêzîkbûnê li gel Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî bide.

 

Mistefa Mewlûdî pêştir kesê duyemê partiya xwe û Cîgirê Sekreterê HDKê yê berê Xalid Ezîzî bû û bo dema 9 salan di wî postî de xebata dikir.

 

Mistefa Mewlûdî piştî Şoreşa Gelên Îranê pêwendî bi refên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê kiriye û piştre dema ku di sala 2006an de ew partî dabeş bû, weke endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) dirêjî bi xabata xwe ya siyasî da.

 

Mistefa Mewlûdî kî ye?

 

Mistefa Mewlûdî li gundê Masoy ê di navbera her du bajarên Mihabad û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

 

Di sala 1979an de tevli refên Hêza Pêşmerg ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.

 

Xwandina zanîngehê li Başûrê Kurdistanê bi dawî kiriye û lîsanasa yasayê li Zanîngeha Koyeyê wergirtiye.

 

Di kongeraya heftem a Partiya Demorkata Kurdistana Îranê de (berî cudabûna herî dawî), bûye endamê serkirdatiya PDKÎ yan HDKAyê.

 

Di kongreya 12 a PDKÎyê de jî weke Endamê Polîtboruya PDKÎyê hatiye hilbijartin.

 

Piştî ku cudabûn di nav refên PDKÎyê de çê bû û HDK ango PDKa Rojhilat hebûna xwe ragihand, di kongreya 14ê de weke Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê hat diyarkirin.

Nîşankirin :
1923 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.36 seconds