Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Erdhejê ziyaneke mezin daye hola werzîşê ya Derbendîxanê

Ji aliyê RÛDAW 16-1-2018
314 hatiye dîtin

Derbendîxan (Rûdaw) – Klûba werzîşê ya Derbendîxanê ku yek ji kevintirîn klûba Başûrê Kurdistanê ye sala 1992yê hatiye damezrandin.

Klûba werzîşê ya Debendîxanê 5 beşên wê hene û ew jî ev in: Tîma Futbolê, Tîma Basketbolê. Tîma Karate, Tîma Bale û Tîma Tenisê.

Klûba werzîşê ya Debendîxanê jî ji ber erdhejê bi heyameke xirab derbas re derbas dibe. Ji ber ku hola werzîşê ya Debendîxanê ji ber erdhejê zerar dîtiye niha piraniya amadekariyên klûbê rawestane.

Li nav qezaya Derbendîxanê hejmarek kon û xêvet ji tirsa erdheja du meh berî niha ji aliyê hevwelatiyan ve hatine vedan.

Şeva 12-11-2017an erdhejek mezin bi pileya 6.2 Rîxter Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejandibû, ku li aliyê Başûrê Kurdistanê herî zêde zirar gihandibû navçeya Derbendîxanê.

Di encama wê erdhejê de 8 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bibûn.

 

0.188 seconds