Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pêşniyara mekanîzmaya hevbeş li Amerîkayê kir

Ji aliyê RÛDAW 16-1-2018
Rex Tillerson û Nêçîrvan Barzanî
Rex Tillerson û Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Êvara roja Duşemê 15-01-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson peywendiyeke telefonî encam dan.

 

Li gorî malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê herdu aliyan sersala hev pîroz kir û hêviya salekî bi seqamgîr û pêşkeftinên zêdetir ji hev re xwest.


Di axaftina xwe de Rex Tillerson destnîşan kir, ku welatê wî herdem giringiyê dide peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê.


Tillerson balkişande ser encamên hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û da zanîn, ku Amerîka pêngavên di vî warî de giring dibîne û piştgiriyê dide diyalogê.


Rex Tillerson herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya demokrasî û hilbijartinên Herêma Kurdistan û Iraqê jî anî ziman û hêvî xwest ku Kurdistan di rûbirûbûna krîzan de serkeftî be.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ku niha metirsiya derketina tundiyê heye û pêwîst zanî, ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ji bo rûbirûbûna tundxwaziyê mekanîzmayek hebe ku li ser vê yekê karê hevbeş bê kirin.


Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan herdem amade bûye guftûgoyan bike û tekez kir, ku hevdîtinên dawîn ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî derbas bûne.


Barzanî diyar kir, ku Hewlêr Washingtonê weke hevpeymanê xwe dibîne û ji bo derbaskirina rewşa niha jî pêwîstî bi piştgiriya dostane heye. Herwiha balkişande ser wê yekê ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin pêvajoyên cidî ne.


Di peywendiya telefonî de herdu aliyan geşedanên li herêmê jî gotûbêj kirin.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.578 seconds