Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanî çû Almanyayê

Ji aliyê RÛDAW 16-2-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo beşdarîkirina Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanya ji Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê birê ket.

 

Îro roja Pênçşem 16ê Sibatê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarîkirina li Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanya li gel şandekî serbazî û siyasî ya Herêma Kurdistanê li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ber bi Almanyayê çû.


Li çarçoweya vê konferansê de Barzanî li gel hejmarek serkirde û berpirsên siyasiyên welatên beşdarbûyî dicive.


Li vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ferîqê Yekem Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.


53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê


53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be.

 

Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.

 

Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence. Wezîrê Berevaniya Amerîka james Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg beşdar dibin.

 

Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandineke fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.

Nîşankirin :
1007 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Cigdem | 2017-11-17 9:16:03 PM
Zor xweş e, spaa
Nihilîzm di navbera Turgenev û Nietzsche de
| 16-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-17 4:34:34 PM
Kurdino,bizanin hin çi dikin û çi dibêjin.Nênerê Trump Perbirsrarê derbarî karê li dîjî Daişê ye.Ne nûnerê Dadmendîyê û demokratîyê li Îraqê ye.Ema...
McGurk û Berhem Salih civiyan
| 17-11-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 9:59:31 AM
Divê "em" te li Bakurê Kurdistanê derxîn ne tû YPG û PYDê derxî! YPG û PYD li ser Erdê xwe ne, li ser Erdê Bav û Kalên xwe ne, lê tû li ser Erdê...
de | 2017-11-17 2:08:16 PM
naha mesele ne YPG ne ji PYD di saxse wandan dixaze qetliame pek bine ,dibe buka min ,dibe ez kece xwera dibem le tu fambike,erdogan wek mere bila...
Erdogan: Divê em PYD û YPGê ji Efrînê derbixin
| 17-11-2017 | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 6:14:29 AM
"Tirkiye dixwaze Pêywendîyên xwe bi Kurdistanê re baş bike"??!! Piştî wê kû Tirkîyê di gel Îran û Îraqê Dest di nav Destê hev na, Kurdistan dorpêç...
Şener: Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re baş bike
| 16-11-2017 | (1)
0.36 seconds