Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barana îsal zirar da çandiniya Bakurê Kurdistanê

Ji aliyê Mehdî Mutlu 16-3-2019
"Barana zêde dê îsal ji hişkesaliyê zêdetir xisarê bide berhemên çandiniyê"

Amed (Rûdaw) - Li gor saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê Meteorolojiyê li Bakurê Kurdistanê di 20 salên dawî de di 6 mehan de barana herî zêde îsal bariye. Herwisa li gor heman raporê tê payîn ku barîna baranê wê heta meha Gulanê berdewam bike, ji aliyekî din ve barîna barana zêde niha xisareke mezin daye hilberînên kiştukaliyê, pisporên kiştukaliyê dibêjin heke bergirî neyê kirin dê hemû hilberînên Bakurê Kurdistanê tûşî nesaxiyê bibin.

 

Ji ber barîna zêde asta tijebûna 7 bendavên li bajarê Amedê niha gihîştiye %91ê, Saziya Karubarê Avê ya Dewletê (DSÎ) niha ji bo ku ava zêde li ser çeperên bendavan metirsî peyda neke avê ji bendavan vediguhêze û niha 7 çaviyên bendavên wek Dîcle, Kralkizi, Xelîlan, Goksû, Gozegol û Devegeçîdîyê hatine vekirin û ava van bendavan bêkontrol diherikin.

 

Piştî hişkesaliya sala borî çavên cotkarên Bakurê Kurdistanê lê bû ku îsal baran zêde bibare da ku hilberînên wan baş bikemile, baran îsal têra xwe barî, lê barîna barana zêde niha li ser zîlên genim û cehên cotkaran rewşeke neyînî peyda kiriye û tovên genim helisiye.

 

Pizîşkê Nebatan Dr. Bulent Tunçgoz ji Rûdawê re ragihand: “Çend sedem hene ku ava zêde xisarê dide hilberînan, sedema yekemîn ew e ku ava zêde azotê ji axê dûr dike, azot gîhana hilberînê ye û bê azot hilberîn nikare bijî, sedema duyemîn jî ew e ku hîn nesaxiyên kiştukaliyê di nav avê de belav dibin.” 

 

Li gor endezyaran barana zêde dê îsal ji hişkesaliyê zêdetir xisarê bide hilberînên kiştukaliyê, ew dibêjin herçend di warê reng û bejn û bala hilberînan de ango di dîtbariya wan de niha pirsgirêk nebe jî, ji ber barîna barana zêde niha genim û ceh tûşê nesaxiya karok ango mantarê ketine û divê ew demildest werine dermankirin.

 

Endezyarê Kiştukaliyê Ferzende Goktimur diyar kir: “Ava zêde karokên genim zêdekirine, karok di binê genim de %50 heta %60an xisarê daye genimê cotkaran, genim di ser de kesk e, lê di bin de hişk bûye, bi ya min ewê dema bêderê geniman were dîtin ku vê nesaxiyê %100 karîgeriyeke neyînî kiriye.”

 

Li gor amarên Wezareta Kiştukaliyê li bajarê Amedê li ser 571 hezar hektar zevî kiştukalî tê kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.328 seconds