Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li dijî Fûad Elîko doza Efrînê hat vekirin

Ji aliyê RÛDAW 16-4-2018
Fûad Elîko
Fûad Elîko

Qamişlo (Rûdaw) - Welatiyekî Kurd dozeke yasayî li bajarê Qamişlo li dijî Serkirdeyê Partiya Yekîtî Fûad Elîko vekiriye  û têde dibêje destê Elîko di êrîşa ser Efrînê de hebûye.

 

Welatiyê Kurd yê bi navê Xalid Seyfedîn Omer, ku ew bi xwe parêzer e jî, dozeke yasayî li Encûmena Dadmendiya Civakî li dijî Fûad Elîko vekiriye.

 

Seyfedîn Omer îdia dike destê Serkirdeyê Partiya Yekîtî Fûad Elîko di êrîşa ser Efrînê de hebûye û têkilyiya wî bi wan aliyên çekdar heye, ku dest danîne ser Efrînê.

 

Fûad Elîko ku di heman demê de yek ji nûnerên ENKSê ye li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê de, niha li bajarê Stenbolê dimîne, ew bi xwe li gundekî bajarê Dirêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye û di salên 90 de 4 salan endamê parlamentoya Sûriyê bû û berê mamostayê matamatîkê bû.

 

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dabû destpêkirin û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adarê de hêzên Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandibûn.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.531 seconds