Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - PDKê li Hewlêrê starta hilbijartinan da

Ji aliyê RÛDAW 16-4-2018
306 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê dest bi bangeşeya hilbijartinên Iraqê kir.

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê PDKê bi  beşdariya Cîgirê Serokê Partiyê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Polîtburoyê Mesrur Barzanî û hejmareke mezin a serkirdayetiya PDKê û kadro û alîgrên wê. dest bi ahenga nasadina berbijêrên xwe kir.

Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî gotinek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.

Biryar e1 12ê Gulan 2018an hilbijartinên giştî yê parlamentoya Iraqê birêv biçe. Li Hewelêrê ji bo 16 kursiyan 161 namzed dê bi lîsteyên cuda bikeve rikeberiyê.

Li Herêma Kurdistanê mafê 3 milyon û 144 hezar kesî mafê deng danê heye.

0.36 seconds