Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tendirûstî

Pizîşk hişyariya nesaxiyên biharê didin

Ji aliyê Mehdî Mutlu 16-4-2018
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li Bajarê Amedê bi hatina demsala  biharê nesaxiyên ku ji kulîlkên dar û nebatan çêdibin zêde bûne  û gelek navendên pizîşkî bi nesaxên ku tûşî vê nesaxiyê bûne niha tije bûne.  Pisporên nesaxiyên sing, malbatên xwediyên zarokan, hişyar dikin ku nemaze zarok û pitik, di vê demsalê de,  di bin  metirsiyê de ne û divê ew baldar bin.


Bi hatina demsala biharê û vekirîna dar û ber û kulîlkên biharê sirûştê kirasê xwe yê rengîn li ber xwe kir, lê demsala biharê ji hîn nesaxên ku alerjî bi wan re hebe dibe wek demsala nîgeraniyê, ji ber ku polenên dar û kulîlkan di hîn mirovan de nesaxiya alerjiya biharê peyda dike. Şewata gewrî  û difnê, belxem, tengasiya bêhnê, her wisa agirê laşê û pê re jî kuxika bê dawî ev nesaxiya polen e.


Serokê Zanista Nesaxiyên Sing li Zanîngeha Dicleyê Prof Dr. Ebdurrahman Şenyîgît dibêje ku ev nesaxî heke neyê naskirin dê kesên ku tûşî vê nesaxiyê bin  3-4 mehên wan li nexweşxaneyan derbas bibe.


Derbarê nesaxiya navborî de  Prof.Dr. Abdurrahman Şenyîgît ji Rûdawê re wiha got: “Biharê dema kulîlk vebûn polenên wan li hewa  belav dibe.  Di navbera % 5- û %10 an de mirov ji ber ku alerjiya wana ji van polenan re hene  tuşî  nesaxiyê dibin. Ev kes dema dikevin nava şinayiyê ewil difna wan dixurê û dûv re diponijin, gewrî û difna wan dişewite, ew kesên atopîk nesaxên alerjiyê ne û heke alîkariya pizîşkî nestînin wê heta 3- 4 mehan nesxiya wan berdewam bike dibe ku di paşerojê de nesaxiyên wek astimê jî li wana peyda bibe."


Nexweşxaneyên Amedê di vê 10 rojên dawî de tije bûne û nesax li ber dergehên polîklînîkên gewrî, guh, û difnê û her wisa nesaxiyên sing ji % 70 bêhtir bûne, gelek nesaxên ku tûşî nesaxiya alerjiya polenê bûne, bi ya wan nesaxiya wana cemidandin, astim, farenjît an jî zekem e ango nesax hay ji nesaxiya alerjiyê  namînin ku heta bihar bi ser wan re derbas dibe.


Li gor rapora Rêveberiya Tendurustiyê ji 10 kesan tenê 2 kes nesaxiya alerjiya polen nas dike.

Nesaxê bi navê Fûad Keser jî got: “Wele ji derdorê xwe me seh kiriye; lê em di derbareyê bergiriya vê nesaxiyê de xwediyê agahiyên baş nînin."

NesaxMûrat Er jî anî ziman: “Li gundan dayîk û bavê me dizanin dermanê vê nesaxiyê çiye."

Welatiyê bi navê Sûltan Aralik jî got: “Ev nesaxî ji çayîr û çîmenan çêdibe; lê dermanê wê nizanim. Xwedê dizane çi ye."

Li gor lêkolînên tendurustiyê nexweşiya alerjiya polenê ku rê li ber neyê girtin, berî li nesaxiyên wek, astim û wereme vedike, dermanê vê nesaxiyê yê farmakolojiyê heye; lê divê curê alerjiyê baş were naskirin û derman wisa werine pejirandin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.484 seconds