Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Brett McGurk dê îro serdana Serok Barzanî bike

Ji aliyê RÛDAW 16-5-2018
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa destpêkirina hewldananên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û ragihand: “Brett McGurk dê îro li Pîrmamê li gel Serok Barzanî bicive.”

 

Piştî encamdana hilbijartinan û eşkerekirina encamên nefermî yên hilbijartinên Parlementoya Iraqê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de behsa hewldanên Amerîkayê yên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir.

 

Neçîrvan Barzanî qala hevdîtina xwe ya roja duşemê ya li gel Brett McGurk kir û ragihand: “Me bi McGurk hevdû dît. Bêguman me di çarçoveya proseya siyasî ya Iraqê de axivî. Ew jî vê yekê dixwazin ku pêkanîna hikûmetê di xizmeta hemû welatiyên Iraqê de be, ji wê çarçoveyê ve lê dinêrin. Min hîs nekir ku li ser kesekî vetoya wan hebe, herwiha min hîs nekir ku ti aliyekî bi ser aliyekî din de digrin.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Brett McGurk îro tê Herêma Kurdistanê û got: “Amerîkî vê yekê weke proseyeke Iraqî dibînin û dixwazin Iraqî bi xwe biryar bidin, dixwazin hikûmetek bibe ku giringî bide xizmetguzarî, jiyana rojane, aborî û xebata ji bo hemû xelkê Iraqê. Biryar jî wisa ye ku berdewam bibe. Îro dîsa serdana Hewlêrê dike û di siberojê de jî bi awayekî berdewam bê. Îro dê li Pîrmamê Cenabê Serok Barzanî jî bibîne, ev hevdîtin dê li gel hemû aliyan berdewam bibin.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| Duh vî demî 01:34 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.547 seconds