Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Yekgirtû: Em serbixwe ne û projeya hevbeş nakin qurbaniyê ti kesî

Ji aliyê RÛDAW 16-6-2017
Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn li Helebceyê
Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn li Helebceyê

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragihand, ku ew rijd in li ser pêkanîna projeya hevbeş a alî û kesatiyên îslamî û çêkirina lîsteke îslamî ya hevbeş. Selahedîn Behadîn herwiha diyar kir, ku ew amade nînin, lîsta îslamiya hevbeş bikin qurbaniyê ti kesekî.

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behadîn îro înê 16ê Hezîrana 2017ê serana parêzgeha Helebceyê kir û bi beşek ji endam û kadroyên partiya xwe re civînek pêk anî.

 

Selahedîn Behadîn di vê civînê de li ser siyaset û helwesta partiya xwe axivî û ragihand: “Em serbixwe ne û em nêrîn û biryar û siyaseta xwe pêk tînin, ji ber wê jî me taybetmendiya xwe parastiye û em neketine bin bandora wan alozî û dabeşbûna ku li Herêma Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê tûşî rewşek tengav kiriye, her wke ku em nebûne paşgirê siyaseta vî welatî û wî welatî, ew jî xala ciyawaziya me li gel aliyên din bûye.”

 

Behadîn tekezî li ser berdewambûna Yekgirtûya Îslamî li ser rola navbeynkariyê di navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir: “Her demekê ku du hêzan şerê hev kiribin, me di ber xelk û xaka Kurdistanê de navbeynkarî kiriye, çimku hevwelatiyên sivîl û hejar herdem zirarmendê şer bûne, di hemû qonaxên şer de. Dema ku welat dihat wêrankirin, me avedan dikir.”

 

Derbarê projeya hevbeş a îslamiyên Herêma Kurdistanê û pêkanîna lîsteke hevbeş bo hilbijartinên dahatî de jî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê got: “Em kar û xebateke ciddî û berdewam dikin ji bo ku projeya karê hevbeş a alî û kesatiyên îslamî bigihîje encamekê. Eger aliyek û hin kes jî dilsar bibin, yan li gel me berdewam nebin û neyên, her çend ku ji me re gelek nexweş e û em bi baş dibênin, ku hemû aliyek bi me re bin, lê belê em amade ne heta çêkirina lîstê jî. Em pêkanîna lîsta hevbeş jî nakin qurbaniyê ti kesî.”

 

Şîrove

 
lolozano | 18-6-2017
Îslamîyet,û fikra îmana neteweyî,ji Serdema Ahmedê Xanîde hatî destpêkirî,lê heta bi nûhe nehatî bi karhanîn.Berî bi Sed Salî, Abdulselam Barzanî,xwezt va fikra ha lê dewam biket,lê mixabin li ser vê Reyê çû û hat bi darxistin.Serheldanên Kurdistanê çi Sofî bûn û çi Sîyasî bûn bi vê têgiheştinê bûn.Paşê Mele Mistefa Barzanî,bi awakî li gorî Serdema hebê bi Sîyasî dest bi vê xebatê kir û gihîşt nîvê Rêyê,hawar kir.Kurên Mele Mistefa Îdrîs û Mesud dan ser rêça Bavê xwe û dewam kirin.Li Rojhelata Navîn,ji zêde hîna Serdemên berê de,Ol an fikra Dînî,di xizmet neteweyên xwe de,Ereban û Eceman û Turkan bi karhanîne.Ahmedê Xanî çima behsa vê Rêyê kiri bê helbet ji bo parizina Neteweya xee a Kurd ji destdirêjîya neteweyên din bi parize bû..Kerahîyeta fikra Dînî,tesîrek mezin li paşeroja miletê Kurd kirî gihîştî dereca ku Dagîrkerên Kurdistanê bêjin, em welatê xwe perçe nakin,û em nahêlên Kurd Dewleta xwe ava bikin..Fikra Îslamî,li Kurdistanê li ser vê kerahîyet û xedrê,hatî ava kirin.. Mafên Miletê Kurd û Esmanê Welatê wan,koka azadîyê û îmanê ye.Ema Rêkxistinên Îslamî yên Kurdistanê,ku kinc û bergin din li Îslametîya xwe bikin,û vegerin tabiîyeta neyarên neteweya xwe,xîyanetek Dînî û neteweyî dikin.
Bernas | 18-6-2017
Kî dijî hoşîname, xwestek û gotin û helwesta Êxmedê Xanî ye, ma ew nabêje ku ez misilman im. Misilmantîya bê serî, -kî bê dewlet bû, ew bê serî ye- ne misilmantîye, ew noberdartîya ber lingên xelkê ne ya nemir Êxmedî Xanî qal kirî, Ereb û Ecem û Tirk. Xwelî li serê wan. Kî dibe je, ew ne hewceye dewlet û sexwebûnê ne, belé ew serxwebûne, qala partíyek dike, ne ya netewî û welatî û dewletî, çima ku wan koletî qebûl kirine. Helewesta wan cahşitîye li xemberî Xanî...
2229 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.454 seconds