Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

AMED - Komxebata Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê hate sazkirin

Ji aliyê SERKAN İNCE 16-7-2017
Komxebata Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê

Amed (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK Mûstafa Ozçelîk got, ku dema serxwebûn were ragihandin û Ala Kurdistanê di Netweyên Yekgirtî de bilin bibe, ev yek dê rêya azadiya her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî veke.

 

Li Amedê 6 partiyên Bakurê Kurdistanê PAK, PSK, OSP, PDK-Bakur, ji bo piştgiriya îradeya gelê Başûrê Kurdistanê, Komxebata Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê li dar xistin.

 

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê Mûstafa Ozçelîk di dema komxebatê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku ew ê li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur pişgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin.

 

Ozçelîk got: “Em weke partiyên Bakûrê Kurdistanê ji bo pişrtgiriya referandûma Başûrê Kurdistanê komxebatekî lidardixin. Ev xebat destpêkek e, em dixwazin ji vir ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê destpêşxeriyekê derbixin. Kîjan kesayet an jî sazî pişrgirî bide referandûmê, em dixwazin li gel wan pêwendiyê daynin, toreke berfereh ji bo piştgiriyê bihonin.”

 

Mûstafa Ozçelîk di berdewama axaftina xwe de diyar kir, ku ew dixwazin bi konferans, mîtîng û danûstandinên li gel balyozxane û rayadarên dewleta Tirkiyê, çapemeniyê, saziyên sivîl, xebatekî ji bo referandûmê bikin.

 

Herwiha Ozçelîk da zanîn ku ger Başûrê Kurdistanê bibe dewlet û li Netewên Yekbûyî ala Kurdistan li ba bibe dê hingê ji bo beşên din ên Kurdistanê jî deriyê azadiyê vebibe.

 

Ozçelîk wiha axivî: “Em bawer dikin, ku bi tevê pirsgirêkan dê di referandûma Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind dengê erê derbikeve û rêya serxwebûnê vebe. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê mijarê bi rêya diyalog û aştiyê li gel Bexdayê çarese bike. Gava serxwebûn were ragihandin û Ala Kurdistanê li Netweyên Yekgirtî were bilindkirin, ev yek dê rêya azadiya her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî veke. Dê bandora xwe li hizra neteweyî ya 50 milyon kurdên cîhanê bike.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1335 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Azad | 2017-07-27 3:20:24 PM
Ja bera bi zimanki beje u professionel be bese
Stranbêja kurd dê bi 25 zimanan stranekê bibêje
| 27-7-2017 | (1)
Baran B | 2017-07-26 12:27:20 PM
Her bijî tu.Şekala te serê melayên îrannê biqîmet û granbiha tire.
Netanyahu: Erdogan Îsraîlê rexne dike, baş e ji bo kurdan çi dibêje?
| 26-7-2017 | (1)
Mele Necmedîn Xanikî | 2017-07-26 11:06:42 AM
Îkbal lao,ez nizanim nifira le bikim nizanim duia li te bikim.Tû çima dereng dinivîsî û xelk li benda nivîsînên teye.Ema Wênê ku te kirî pêş...
Çîroka wêneyekî
| 26-7-2017 | (1)
kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
0.297 seconds