Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Encûmena Xaneqînê biryara beşdarbûna giştpirsiyê da

Ji aliyê RÛDAW 16-8-2017
Xaneqîn

Xaneqîn (Rûdaw) – Encûmena qezaya Xaneqînê bi amadebûna hemû endamên encûmenê civiya û biryar da li gel rêbeberiya Germiyanê beşdarî giştpirsiya Başûre Kurdistanê bibe. Encûmenê daxwaz kir, ku li navçeya wan sindoqên dengdanê werin danîn.

 

Serokê Encûmena Qezaya Xaneqînê Semîr Nûr Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Îro Encûmena Xaneqînê, ku nûnertiya pêhateyên qezayê dike, civîneke awarte saz kir. Di civînê de biryar hate dayîn, ku qezaya Xaneqînê jî beşdarî gişptirsiya 25ê Îlonê ya serxwbeûna Kurdistanê bibe. Hevdem bingehên dengdanê jî li Xaneqîn û derdora wê werin danîn.”

 

Semîr Nûr Mihemed herwiha got: “Ev daxwaza me ne ya îro ye. Me di sala 2006ê de daxwaz kir, ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê. Herwiha di nivîsîna jimare 131 a Encûmena Qezaya Xaneqînê ya 21ê Tebaxa 2006ê de me bi awayekî yasayî daxwaz kiriye, ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê.”

 

Serokê Encûmena Qezaya Xanewînê da zanîn, ku wan nivîsîna xwe bi fermî pêşkeşî hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Iraqê û Parêzgariya Diyala kiriye û got: “Lê paşî mijara madeya 140 hate pêş û ev mijar hate paşxistin.”

 

Nûr Mihemed got: “Mafê me ye daxwaz bikin li gel Herêma Kurdistanê beşdarî giştpirsiyê bibin. Çimkî Xaneqîn navçeyekî Kurdistanî ye. Emê vê daxwaza xwe pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bikin da ku daxwaza gelê Xaneqinê pêk were.”

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.39 seconds