Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de

Ji aliyê RÛDAW 16-10-2018
Serok Mesûd Barzanî, wêne: Mihemed Şuwanî / Rûdaw
Serok Mesûd Barzanî, wêne: Mihemed Şuwanî / Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera bûyerên 16 Cotmeha 2017an de peyamek belav kir û têde ragihand, “16 Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê me de û di wê rojê de bû ku xiyaneta necamêrane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin.”

 

Îro Sêşemî 16ê Cotmeha 2018, di yekemîn salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

 

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Ew pîlana nehez, sivikatî bû di derheqê sed sal xebat û qurbanîdana gelê me, sivikatî bû bi xwîna şehîdan û ew pêşmergeyên qehreman ku di şerê terorîstên DAIŞê de Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê parastin û li cihê hemû mirovahiyê şerê terorî dikirin. Herwiha sivikatî bû bi dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê ku tawana wê tenê ew bû ku dengê rasteqînê xwe bigihîne cîhanê.”

 

Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî dibêje: “Me pêşbîniya her egerekê kiribû lê me ti carî texmîn nedikir ku destekî navxweyî bi vî awayî ji pişt ve xencerê li pişta gelê Kurdistanê bide, wan xwast ku bi nepakî û dagîrkariyê û zor û zordariyê îradeya gelê me bişkînin, ku azadîxwazî û peyama aşitî û pêkvejiyanê ye, lê belê îradeya gelê me zindî maye û bi tekezî azadîxwazî û peyama aşitî, serfiarzî ye û nepakî û dagîrkarî jî rûreşî û şermezarî ye.”

 

Naveroka peyama serok Barzanî bi vî awayî ye:

 

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

 

Şanzdê Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê me de. Di wê rojê de bû ku  xiyaneteka namerdane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin. Ji ber destekî navxweyî, lîstokek bê wîjdanane li hember qedera gelê me hat kirin û ew axa ku bi xwîna hezaran xortên vî welatî hatibû parastin, di çarçoveya pîlanekê de kete bin dagîrkarî û wêrankariyê û herwiha sivikatî li nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê hat kirin.

 

Ew pîlana qirêj, bê hurmetî bû li hember sed sal xebat û qurbanîdana gelê me. Bê hurmetî bû li hember xwîna şehîdan û wan pêşmergeyên qehreman ku di şerê terorîstên DAIŞê de Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê parastin û li dewsa hemû mirovahiyê şerê terorê kirin. Her wiha bê hurmetî bû li hember dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê, ku tekane sûcê wî gelî ew bû ku dengê xwe gihand guhê cîhanê.

 

Me pêşbîniya her tiştekî kiribû lê me ti carî texmîn nedikir ku destekî hundir ji pişt ve xencerê li me bide. Wan xwastin bi xiyanet û dagîrkariyê û zorê îradeya gelê me bişkênin, heman ew îradeya ku azadîxwazî, peyama aşitî û pêkvejiyanê ye. Lê îradeya gelê me zindî ma. Bi arxeyînî, azadîxwazî û peyama aşitiyê serfiarzî ye û xiyaneta û dagîrkarî jî rûreşî ye.

 

Armanca şanzdê Cotmehê nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û bê qîmetkirina mafên gelê Kurdistanê bû. Bi alîkarî û xiyaneta destê hundir, komployek gelek mezin li dijî gelê me hatibû danîn lê dema Pêşmerge biryara berpirsî û berxwedanê da rewş hat guhertin û serbilindî ji gelê Kurdistanê re ma.

 

Ez bi vê helkefta tal ji her kesî daxwaz dikim hurmeta dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigirin. Ti sûd û encameka siyaseta şovenîstî û înkarê nîne, tenê bi xwe re şer û paşketinê tîne. Me her dem daxwaz kiriye bila Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê, helbet em ti şik û gumana me li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne û em rê nadin ti kesî jî gumanê li vê yekê bike. Ez daxwaz ji welatiyên Kurdistanê jî dikim bi hêvî û hêz li paşerojê binêrin. Doza gelê me rewa ye û bi şer û komplo û xiyanetê jî nayê tinekirin.

 

Şanzdê Cotmehê ew roja tarî ye di dîroka gelê me de ku ti carî nayê jibîrkirin û divê bibe ders ji tek tekê gelê Kurdistanê re.

 

Silav li şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê

 

Silav li pêşmergeyên qehreman

 

Silav li welatparêz û têkoşeran”


Şîrove

 
Mêrdînî | 16-10-2018
Her bijî bavê Kurdan..
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.266 seconds