Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Di salvegera 16ê Cotmehê de NGOyên Kurdistanê daxwaza darizandina Ebadî kirin

Ji aliyê RÛDAW 16-10-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên civaka sivîl li Herêma Kurdistanê di salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê de nameyeke nerazîbûnê arasteyê parlamentoya Iraqê kirin û têde 5 daxwaziyên xwe pêşkêş kirine, ku yek ji wan daxwazan, dadgehîkirina serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bi tohmeta binpêkirina destûrê û bikaranîna hêz li dijî gelê Kurdistanê û di berjewnediya xwe û desthilata de ye.

 

Îro Sêşembî (16-10-2918) yekemîn salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ye, ku hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê bi hevkariya beşek ji serkirdeyên siyasî û serbazî yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), parêzgeha Kerkûkê û gelek navçe û deverên Kurdistanî yên din xistin bin kontrola xwe.

 

Her ji ber salvegera bûyerên 16ê Cotmehê, îro hejmarek ji çalakvanên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê li ber deriyê ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Hewlêrê kombûneke nerazîbûnê lidar xistin.

 

Wan çalakvan û rêxistinên civaka sivîl nameyeke nerazîbûnê pêşkêşî ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Hewlêrê kirin, daku bi rêya parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Iraqê ew name radestî parlamentoyê were kirin.

 

Li gorî agahiyan, naveroka wê nameya nerazîbûnê derbarê binpêkariyên hikûmetên Iraqê li hember gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê de ye.

 

Rêxistinên civaka sivîl di vê nameya xwe de dibêjin: “Ji bo hemûyan zelal û aşkere ye, ku sala par di rojeke weke îro de, di 16ê Cotmeha 2017 de karesateke mezin çêbû, dema ku artêşa Iraqê û milîsên din ên çekdar êrişî ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin û nîvê axa Kurdistanê dagîr kirin û mal û halên bi hezaran kesan hat talankirin û hêzên çekdar bi tundtirîn şêwe serederî li gel welatiyên Kurd kirin, bi taybet li Kerkûk û Xurmatû û hemû navçeyên din, ew êrişa dagîrkarî bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehan pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê, ku bi dirêjahiya çar salan di şerekî dijwar de bûn li dijî hêzên tarîperestên DAIŞê û bi hezaran qurbanî dane.”

 

 

Ew rêxistinên civaka sivîl, bûyerên 16ê Cotmehê û êrişa hêzên iraqî weke binpêkirina destûra Iraqê û yasayên navdewletî bi nav dikin û dibêjin: “Ew yek di demekê de çêbû, ku berovajiyê hemû yasayên karpêkirî û yasayên navdewletî, û berovajiyê destûra Iraqa Federal e jî û tawaneke gelek mezin e, çimku li gorî destûrê nabe artêş û hêzên çekdar beşdar bin di yekalîkirina milmilaniyên siyasî û çêbûna aloziyan de, ku mixabin gelek ji wê zêdetir qewimî.”

 

Di nameya nerazîbûna wan rêxistinên civaka sivîl de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku binpêkariyên hikûmeta Iraqê li hember kurdan berdewam in û tê gotin: “Em di demekê de di salroja wê tawana mezin de vê nameyê didin parlamentoya Iraqê, ku binpêkarî berdewam in, hikûmeta Iraqê bi şêweyên cuda cuda, li wan navçeyan proseya bierebkirinê dest pê kiriye, bi hemû curekê dijatiya gelê Kurdistanê tê kirin, lewma em jî ji hestkirina bi berpirsatiya li ser milê xwe, daxwaz dikin:

 

1 - Dawî bi wê zulmê were ku li Kurd tê kirin û proseya dêrixstina berpirsên îdarî ku piraniya wan Kurd in û hatine dûrxistin, li wan navçeyan were sekinandin.

 

2 - Li gorî destûrê pêşmerge hêzeke fermî û îtîrafpêkirî ye, em daxwaz dikin, ku vegerin Kerkûk û Şingalê û hemû navçeyên din kudivê bi şêweyekê piralî bihê rêvebirin.

 

3 - Rakirina wan xalên gumrukî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di navbera Hewlêr û Kerkûk û hemû navçeyên din de hatine danîn.


4 - Hemû ew kesên ku di proseya dagrîkeriyê de zirar dîtine û mal û mulkên wan hatine talankirin û beşeke zêde ya wan ku şehîd û birîndar bûne, bêne qerebûkirin.

 

5 - Ji ber ku serokwezîrê berê Heyder Ebadî destûr binpê kiriye û artêş di berjewendiya xwe û desthilata xwe de û dijî gelê Kurdistanê bi kar aniye, bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesan, em daxwaz dikin ku were dadgehîkirin û bi tawana bikaranîna hêz li dijî gelê Kurdistanê di dadgeheyeke dadwerane de were darizandin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.39 seconds