Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Xwarinê dide roviyên li çolê birçî mane

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2018
Roviyekê li çolê birçî maye
Roviyekê li çolê birçî maye

Navenda Nûçeyan – Li Navçeya Qamuşanê ya Qersê welatiyê bi navê Rasim Kaya xwarinê dide roviyên li çolê birçî mane.

 

Xwediya Mala Çandê Rasim Kaya roviyên birçî yên heta ber mala wî tên di baxçeyê xwe de xwedî dike.

 

Li Bakurê Kurdistanê ji ber berf û hewaya sar a ku di bin sifirê de heta 15 pileyê daketiye peydakirina xwarin û xurekê ji bo ajelan zehmettir bûye.

 

 

Roviyên li çolê birçî dimînin û nikarin tiştekî peyda bikin berê xwe didin cihên mirov lê dijîn.

 

Roviyên heta baxçeyê Mala Çandê ya li Taxa Rasta Hançerliyê ya navçeyê tên ji aliyê xwediyê malê Rasîm Kaya ve tên xwedîkirin.

 

Kaya nan û bermayiyên xwarinan ji bo roviyan datîne baxçe û rovî jî xwe pê têr dikin.

 

 

Xwediyê Mala Çandê Kaya di daxuyaniyekê de got ku ji ber berf û hewaya sar ajelên çolê di peydakirina xwarin û xurekê da zehmetiyê dikişînin û wiha pê da çû:

 

“Roviyên birçî dimînin heta baxçeyê malê tên û em jî ji bo wan xwarin û xurek datînin. Êdî ew jî ferî me bûne. Her êvar tên, hestî, nan û li baxçe çi hebe dixwin. Pir jî jîr in dema ku têr dibin bermayiyên din jî di bin berfê de ji bo ku careke din bên û bixwin vedişêrin. Di van rojên sar de mirov divê li hemberî ajelê çolê bi rehm bin.”  (Çavkanî: AA)

 

 

(A.B)

Nîşankirin : Qers, Rovî, Birçî
387 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.531 seconds