Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Malbatên Iraqî cardin awareyî Kurdistanê dibin

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2018
Awareyên ku di şerê DAIŞê de xaniyên wan wêran bûne, nizanin biçin ku derê

Hewlêr (Rûdaw) – Malbatek ji ber şerê DAIŞê awareyî kampa li nêzîkî bajarê Rumadiyê bûbû, piştî biryara hikûmeta Iraqê vegeriyabûn cih û warê xwe, lê ji ber ku xaniyê wan wêran bûye û tiştekî wan nemaye, cardin aware bûn û hatin Herêma Kurdistanê.

 

Bajarê malbata ku awareyî Herêma Kurdistanê bûne, du sal in hatiye kontrolkirin, lê ji ber ku xaniyê wan di şerê kontrolkirinê de wêran bûye, weke bi hezaran malbatên din nikarin vegerin cih û warê xwe.

 

Hikûmeta Iraqê dixwaze hemû aware vegerin cih û warên xwe, lewma piraniya kampên ku ji bo awareyên şerê DAIŞê hatibûn avakirin, hatine girtin. Lê awareyên ku ji ber şerê DAIŞê xaniyên wan wêran bûne, nizanin biçin ku derê.

 

Tevî daxwaza hikûmeta Iraqê ya vegera awareyan bo cih û warên xwe û girtina kampan, hêj zêdetirî nîvê awareyên Iraqê venegeriyane. Li hemû Iraqê, ji zêdetirî 5 milyon û 5 hezar awareyan, tenê 2 milyon û 400 hezar aware vegeriyane warên xwe.

 

Di dawiya sala 2015an de bajarê Rumadî ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin, lê %80ê bajarê Rumadî ku navenda parêzgeha Enbar e, wêran bûye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.641 seconds