Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Çîroka rizgarbûna zarokekî Kurdê Êzidî

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2018
Zimanê Kurdî ji bîr kiriye û tenê bi zimanê Îngilîzî diaxive

Duhok (Rûdaw) – Zarokekî ji Kurdên Êzidî ji Reqayê hatiye rizgarkirin û gihiştiye kampa Şarya ya Duhokê, lê ew zarok ji ber ku di malbateke amerîkî ya çekdarên DAIŞê de maye, zimanê Kurdî ji bîr kiriye û tenê dikare bi zimanê Îngilîzî biaxive.

 

Eyhem Azad ku 7 salî ye û li Reqayê di nav malbateke amerîkî ya DAIŞî de maye, ji bilî Ingilîzî zimanekî din nizane.

 

Dema ku DAIŞê êrişî Şingalê kiribû, li gel dayîk û xwişkên wî, ew revandibûn. Çekdarên DAIŞê hemû malbat ji hev cuda kirine û malbateke çekdarên DAIŞê ya ji Amerîkayê, Eyhem girtiye cem xwe.

 

Çekdarê DAIŞê yê amerîkî navê Eyhem guherandiye û kiriye Ebdullah û herwiha ew fêr kiriye ku bibêje “Êzidî û Kurd kafir in, şukir xîlafeta îslamî Şingal rizgar kir” û dîmenên wî girtine vîdeoyê.

 

Eyhem ji Rûdawê re diyar kir: “Wan nizanibûn ku ez Êzidî me û min jî ji kesekî re nedigot. Lewma wan ez nekuştim. Ji ber ku ez ji malbateke amerîkî bûm, mirovek hat û em birin cem PKKê. PKKê jî em birin cem amerîkiyan. Piştre min dît ku ez li Iraqê me û min malbata xwe dît. Bi vî awayî ez ji Dêre Zorê hatim. 

 

Eyhem û zarokên din ên li kampê ji hev fêm nakin, Eyhem li kampê li cem mamê xwe dimîne. Mamê Eyhem ji rêxistinên navdewletî yên ji bo zarokan, daxwaza alîkariyê dike û dibêje, Eyhem tenê zimanê Îngilîzî dizane û serederiya pê re giran e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
327 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
Mamoste | 2018-02-17 9:58:16 PM
Dest xweş.... Dest xweş. Bijî Kurdistan.
YPG: 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
| Duh vî demî 11:42 | (1)
Jaafar | 2018-02-17 11:31:20 AM
Walla wanine evinye raha min der ina ez kerme bire kal Xode je wi rasi nebit ye roja ewel evindari kri ax xa heta merne axxxx
| 17-2-2018 | (1)
Sofi | 2018-02-11 1:44:50 PM
Başe kanî mafê Kurdên Bakur? Li Başur û Rojavayê Kurdistanê mafê Kurdan heye ku xweî dewlet bin lê Lê Tirkî yê ti mafên Kurdan tûne be.
AZAD | 2018-02-17 6:00:30 AM
ji tunnebune çêtire lê gava hikumet dikevi deste tirka bave xwe bîr dikin u şerjedikin. îro wanî dipeyvi lê sive ewe jî wek decal tayip bibin.
Serokê Saadetê yê Amedê: Mafê Kurdan ê dewletbûnê heye
| 11-2-2018 | (2)
0.453 seconds