Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser çandiniyê heye

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2018
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) – Li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji ber zuhabûnê, berhemên çandiniyê û xwedîkirina ajelan dikeve bin metirsiyê.

 

Jiyana welatiyên Rojavayê Kurdistanê, di warê aborî de, ji ber ku piranî bi çandinî û ajeldariyê ve girêdaye dema ku baran jî kêm dibare bandorek xirab li ser wan dibe.

 

Di salên kêmbaran de jî, xelkên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, lavan dikin ku li herêmên zeviyên wan baran bibare da ku ji zuhabûnê xilas bibin. Îsal jî rewşeke wiha diyar dike, ku xelk êdî ji kêmbûna baranê di tirsê de ne.

 

Hebûna bîrên avê jî nikare vê kêşeyê çareser bike, ji ber ku elektrîk û sotemenî kêm in, yan jî qalîteya wan xirab e. Ji ber vê yekê jî xwediyên projeyan gazinê ji vê rewşê dikin.

 

Bandora zuhabûnê li ser çandiniyê û sewalan jî heye, ji ber ku nirxên alifên dewaran, herwiha ceh û kayê jî bilind bûne, di demekê de ku nirxê sewalan weke xwe dimînin.

 

Di encama vê yekê de, cotkar û bazirgan û xwediyên sewalan tûşî ziyan û şikestinê dibin. Bi taybetî ku mêrgên çêrînê peyda nabin.

 

Hevdem ligel rewşa abûrî ya zehmet, xelkên Rojavayê  Kurdistanê, çaverê ne ku baran bibare, ji bo ku hinek hêvî li cem wan peyda bibe, ku ev zehmetî wê zû bidawî bibe.


(A.B)

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| Duh vî demî 11:55 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.297 seconds