Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serok Barzanî: Xwe ji bo hêviyên rewa yên gelê Kurdistanê terxan bikin

Ji aliyê RÛDAW 17-2-2019
Serok Barzanî peyamek belav kir
Serok Barzanî peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî bi helkefta helkefta 66 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde ragihand banga xwendekar û lawan kir û got: “Xwe ji bo hêviyên rewa yên gelê Kurdistanê terxan bikin.

 

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 66 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê peyameke belav kir û têde jib o wan hêviya serkeftinê û paşerojeke geş xwest.


Mesûd Barzanî destnîşan kir ku law û xwendekar ji dema damezrandinê ve heta niha, ji bo bi destvexistina azadî û pêşketin û nûxwaziyê de, li karê rêkxistiniya medenî beşekî girîngê xebata gelê Kurd bûne û wiha pê de çû: “Ev dû rêxistina têkoşer bi dirêjahiya salên karkirina xwe bûye cihê pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û têgihiştî ku cihê destê wan di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de diyar û ber bi çave û di vê rêyê de qurbanî û şehîd jî bexşîne.”


Barzanî banga xwendekar û lawan kir û wiha axivî: “Rol û bandora we li qonaxên cûda yên xebata gelê me de li serdema şoreşa Îlon û Gulan û jiyana koçberî û karê medenî û zanist û fêrbûnê de, he wiha bergirîkirina mafê rewaya gelê Kurdistanê ya ji bo serbixweyiyê cihê şanaziyekî zêdeye.


We yên ezîz dîrokê ji bo gelê xwe dirust kiriye û herwiha hûn paşaroja gelê xwe ne. Ji bo wê yekê ew çaverêya ji xwendekar û lawên xweşdivî heye bi sûdwergirtina li awayê nû û hemdema xebat û bi moraleke bilindtir û çav vekiriyeke zêdetir, ji bo gihandina kadirên hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê de berdewam bin.


Ev çaverêya ji we yên azîz heye ku parêzerê bihayê bilind ê mîlletê me bin û bi navê gihîştina bi Kurdistaneke bihêz û geş, xwe ji bo hêviyên rewa yên gelê Kurdistanê terxan bikin. Her wiha pêgihandina nifşek ku bawerî bi xwe hebê û hez ji niştimana xwe bike.


Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û di xêr û xweşiyê de bimînin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.375 seconds