Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Got ‘bila zarok nemirin’ lê niha ligel zaroka xwe diçe zîndanê

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2018
Ayşe Çelîk
Ayşe Çelîk

Navenda Nûçeyan – Mamoste Ayşe Çelîk ji ber  ku gotibû ‘bila zarok nemirin’ beriya niha cezayê salek û sê mehan lê hatibû birîn niha jî biryar e 20ê Nîsanê  ji bo wî cezayê jê re hatiye birrin têkeve zîndanê.

 

Mamoste Ayşe Çelik di heyama qedexeyên derketina yên li bajarên Bakurê Kurdistanê de ji ber ku bi rêya telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show a Kanal Dyê  bû û gotibû “bila zarok nemirin” derbarê wê de doz hatibû vekirin û piştre jî salek û sê mehan ceza lê hatibû birîn.


Daîreya Cezaya 2yemîn a Dadgeha Herêma Stenbolê cezayê Ayşe Çelîk erê kiribû.

 

Ayşe Çelîk ku beriya 6 mehan zarokek keç anîbû dinê, dê ligel keça xwe Deran heta roja înê (20.04/2018)  ji bo zîndanê bêne şandin.


Mamoste Ayşe Çelîk, di bernameya Beyaz Showê de xwestibû balê bikişîne ser bûyer û qedexeyên li bajarên Bakurê Kurdistanê  û gtibû: “Gelo haya we ji tiştên li rojhilatê welêt (Bakurê Kurdistanê) diqewimin heye ? Tiştên li vê derê diqewimin tên berevajîkirin. Bêdeng neminin. Êdî bibînin, bibihîzin û piştgiriya me bikin. Ez bangî wan mamosteyan dikim ku dest ji xwendekarên xwe berdan e. Gelo hûnê çawa careke dî vegerin û li çavên wan zarokên bêguneh binerin. Guneh e, bila ti kes nemirin, bila zarok nemirin û bila dayik negirîn."


Ayşe Çelik berî têkeve zîndanê ji Rojnameya Cumriyetê re axivî û got: “Niha hestên min tevlîhev in. Ez ji bo keça xwe xemgînim. Alerjiya Deran bi şîr û berhemên şîr hene. Mercên girtîgehê ji bo zarokan gelek xirabe. Ez nizanim em dê çawa li wê derê tendirustiya xwe biparêzin.”


Çelik tekez kir ku ew wek dayîk û mamoste ramanên wê nehatiye guhertin û gotina xwe dubare kir: “Bila ti caran li ti derê zarok nemirin. Di dîroka cîhanê de ne ti welat û ne baweriyan nekariye xwe li hemberî diyardeyên gerdûnî xwe bigirin. Her çiqas destpêkê li hember derbikevin jî lê piştre nêçar dibin qebûl bikin. Tişta min gotî jî ramaneke gerdûnî bû û wê demê ez mamoste bûm. Niha ez wek dayîk û mamoste gotina xwe dubare dikim. Bila zarom nemirin.” 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
366 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.328 seconds