Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK – 132 namzed ji bo 12 kursiyan ketine rikeberiyê

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê rikeberiyeke dijwar heye.

 

Li parêzgeha Kerkûkê ji bo 12 kursiyên parlamentoya Iraqê 22 lîste, hevpeymanek û 7 namzedên serbixwe bi giştî 132 namzed ketine rikeberiyê.

 

Ji 22 lîsteyan 6 lîste yê Kurdan e, 6 lîste yên Mesihiyan e, 3 lîste yên Tirkmenan e, 8 lîste yên Ereban e û 7 kes jî serbixwe ne.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê bi sedema ku li Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê hilbijartin dê ne bi dadmendî birêve biçe ew li wan herêman beşdarî hilbijartinan nabe.

 

Derarê vê mijarê de Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ji Rûdawê re wiha got: “Li Kerkûkê partiya me dê pişta xwe nede bi hazaran dengderên me. Me hê jî biryara dawî nedaye.”

 

Berpirsên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di wê baweriyê de ne ku ew dê li Kerkûkê rêjeya dengê xwe zêde bikin.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê bi hezaran xelkê Kerkûkê koçberî Silêmanî û Hewlêrê bibûn.

 

Li bajarê Kerkûkê mafê 900 hezar kesî yê dengdanê heye û hejmareke zêde ji Pêşmerge û koçberên bajêr hê jî venegeriyane ser malên xwe. Tevî vê yekê hê jî piraniya xelkê nebûne xwediyê karta biyometrîk.

 

Îro li Kerkûkê YNK dest bi propagandaya hilbijartinan dike 

 

Di 3emîn roja propagandaya hilbijartinên Iraqê de, îro Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNKê li Kerkûkê dest bi kampanyayê dike û li gorî zaniyariyên Rûdawê beşek ji endamên mekteba siyasî ya YNKê beşdariyê di propaganda û nasandina kandîdên partiya xwe de dikin.

 

YNKê di xula berê ya hilbijartinên Iraqê de bi komkirina 250 hezar dengan karîbû 6 kursiyan ji temamiya 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê bidest bixe.

 

Ev yekem care di dema van 14 salên borî de, bêyî hebûna hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Kerkûkê kampanya hilbijartinan birêve diçe.

  

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
150 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.407 seconds