Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HEWLÊR - 31 sal bi ser kîmyabarana Balîsanê re derbas bû

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2018
Balîsan

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Balîsan a Hewlêrê, li Goristana Şehîdan bi boneya 31emîn salvegera kîmyabarana Balîsan û gundê Şêx Wesan merasîmek hate sazkirin.

 

Şehîdên kîmyebarana Dola Balîsan û gundê Şêx Wesan bi merasîmeke taybet hatine bibîranîn.

 

Merasîm bi beşdarbûna Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê, berpirsên hikûmî û leşkerî û herwiha malbatên şehîdan birêve çû.   

 

Di merasîmê de qewzegul danîne ser tirbên şehîdan. Herwiha pêşangeha wêneyan hate vekirin û dar hatine çandin.

 

Yek ji şahidê wê kîmyebaranê got: “Ez serbilind im ku Kurd im. Ez yekem kes bûm ku çûm beşdarî dadgeha darizandina tawanbarên Enfalê bûm. Lê niha êdî ti kes qedrê nade qurbaniyên kîmyebarana Balîsan û Şêx Wesanê.”

 

Herwiha berkeftiyê êrîşa kîmyewî Mam Elî jî dibêje, ew hêj jî bi şev û roj ji ber êşên birîna wê rojê dinale.

 

Roja 16ê Nîsana 1987ê rejîma Beis Dola Balîsan û Gundê Şêx Wesanê kîmyabaran kir. Li gorî amarên Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, di dema kîmyebaranê de tenê li gundê Şêx Wesanê 198 kes şehîd bûn. Herwiha li Balîsan û gundên din jî 65 kes şehîd bûn.

 

Heta niha jî 350 hemwelatiyên vê herêmê birîndarê êrîşa kîmyewî ne û cîh û dewsa birînên wê êrîşê li ser canê wan maye.

 

Nîşankirin : Balîsan, Kîmyebaran, Beis
225 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.5 seconds