Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MHPê daxwaza hilbijartinên pêşwext kir

Ji aliyê RÛDAW 17-4-2018
Devlet Bahçelî
Devlet Bahçelî

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî pêşniyar kir  ku hilbijartina giştî ya parlementeran û ya Serokomariya Tirkiyê bila di 26ê Tebaxa 2018an de were kirin.

 

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li komcivîna partiya ya parlamentoya Tirkiyê derbarê rojevê de axivî.


Devlet Bahçelî anî ziman ku Tirkiye di van şert û mercan de nikare heta sala 2019an xwe li benda hilbijartinan bigire û  bila hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê û parlamentoyê 26ê Tebaxa 2018an bêne kirin.


Bahçelî wiha got: “"Piştî ku qanûnên lihevkirinê werin derxistin MHPê teqdîr û terciha xwe li aliyê hilbijartina pêşwext bi kar bîne. Pêwîst nake ku ev kar zêde dirêj bike. Ji bo xirabkirina lîstika kaosê ya hin kesan ev şert e. Êdî wextê wê hat ku em vê mijarê 'Gelo hilbijartin heye an tune, gelo ew dê di dema xwe de yan pêşweşt were kirin' bi dawî bikin.”


Di berdwamiya axaftina xwe Bahçelî got: “Rê û rêbaza herî maqûl, herî bimantiq, herî biaqil û demokratîk ew e ku gelê Tirk 26ê Tebaxa 2018an roja yekşemê ango di salvegera Serfiraziya Milazgirê û salvegera Tearûza Mezin de bi rihê serfiraziyeke nû biçe ser sandoqan û hem di hilbijartina Serokomariyê de û hem jî di hilbijartina giştî ya parlamentoyê de  bersiva ku dijminên Tirkiyê heq dikin, bide."

214 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.531 seconds