Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HSDê gundekî stratejîk kontrol kir

Ji aliyê RÛDAW 17-5-2018
Rûdaw

Dêrezorê (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, ku wan gundê Baxoza Jêrî li ser sînorê Sûriyê û Iraqê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine û şer û pevçûn jî li wan navçeyan hîn berdewam in.

 

Li gorî ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk, di encama wî şerî de, hejmareke ne diyar ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin, herwiha wan dest danîne ser gelek amûrên leşkerî.


Derbarê operasyona kontrolkirina gundê Baxozê de Fermandarê Giştî yê Operasyona Dêrezorê Şêrko Hesekê ji Rûdawê re wiha got: “Gundê Baxozê cihekî stratejîk e. Li aliyekî gund Iraq e, li aliyekî rejîma Sûriyê ye û li aliyekî jî DAIŞ heye. Baxoz ji ber cihek e stratejîk e me yekem car ev gund rizgar kir.”


Hecîn ya ku niha dorpêç kiriye û devera Şûsê herwiha gundê Şefe, navçeyên herî dawî ne li rojhilatî Feratê ku di destê Daîş de ne. Tê pêşbînîkirin di demekê nêzîk de li wir jî operasyon bêne destpêkirin.


Fermandarekî meydanî Neşmî Ebû Xalid jî got: “Qonax piştî kontrolkirina gundê Baxozê yê ser sînorê Iraqê dê kontrolkirina gundê Duşişê be û ew jî li ser sînor e. Piştî wê jî em dê berê xwe bidin devera Sûsê, Hecîn û gundê şefeyê ku dikevin rojhilatê Firatê.”


Bi awayekî giştî ji ber hebûna welatiyên sivil, ev operasyon bi sistî birêve diçe çimkî karê balafirên şer ên navdewletî sînordar dike.


Fermandarekî meyedanî yê bi navê Ebû Yezen jî got: “Di nav gundê Baxozê de şer û pevçûn çêbûn. Di navbera grupên çekdar û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnan rû da. Ji ber hzên hevpyemaniya navdewletî red kir wî gundî bombebaran bikin hêzên çekdar derbasî nav gund bûn û şerê DAIŞê kirin.”


Li ser sînorê di navbera herdû welatên Sûriya û Iraqê de odeyek operasyona hevbeş ji aliyê artêşa Iraqê û HSDê ve hatiye avakirin û li wir operasyonên tê rêvebirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| Duh vî demî 01:34 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.547 seconds