Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

RIHA – Firinên nan barê jinan sivik kiriye

Ji aliyê RÛDAW 17-6-2017
Rûdaw

Navenda Nûçeyan - Li bajêr herî zêde şîvên bi goşt, bi salçe, tûj tên pehtin, hema hema li ber deriyê hemû firinan temsiyên bi van şîvan hatine tijîkirin tên dîtin. 


Li Rihayê di meha remezanê de jî ji firinan bêhna şîvan difûre. Welatî ber bi saeta fitarê ve kebab, lehmecûn, birinc, nok, fasulye, dolme û tirşika di firinê de tê pehtin, dibin ser sifreyên xwe. 


Li bajêr bi minasebeta meha remezanê di paşîva de jî li pêş firinan dor çêdibe, ji ber vê yekê nanpêj heta paşîvan dixebitin. 


Serokê Odeya Nanpêjan yê Rihayê Mehmet Emin Karaatli got ku li bajêr çanda firina bûye kevneşopiyek, herwiha şîvên di firinên kevir de têne pehtin zehf bi tehm in.


Mehmet Emin Karaatli diyar kir, gelek xurek di firinan da tê pijandin û ev jî bi taybetî karê jinan pir hêsan dike û wiha domand:


"Di 30 salên dawîn de xurek di firinan de tên pijandin. Xurekê firûnê êdî bû kevneşopî. Ji ber meha remezanê kar û barên firinan jî zêde dibe. Bi saya firinan jin êdî nakevin mitbexan, siniyê amade dikin û gazî çiraxê firinê dikin. Heta jin dema ku derdikevin gerê, ji firinê re têlefon dike û dibêje 'jin min ra vî xurekî çêke'. Dema ku êvarê vedigere malê, têlefonê vedike û xurekê xwe hildide. Bi vî şiklî firin karê jinan hêsan dike, divê meriv qedr û qîmeta firinkaran bizanibe."


Firinkar Sînan Sayig jî got ku çanda firinê roj bi roj zêde dibe, ji ber ku zêde daxwaz heye, ew carinan dikevin tengasiyê.


Sayig got jin ji bilî kebaban xwarinên din wek birinc, fasulye, dolme jî tînin firinê ku ew ji bo wan çêkin û wiha axivî: "Ji ber remezanê karên me pir e, lewra mirov dema fitarê dixwazin xwarina wan amade be. Pir zor e, piştî saet 3yan em dest bi pijandinê dikin. Heta dema fitarê em ji 100î zêdetir tepsiyan derdixin." 

Qesab Nîhat Surmelî jî got berê wî goşt difrot lê ev 10 sal in wî dev ji qesabtiyê berdaye û ew jî vî karî dike. Surmelî got ew xwarinên wek tepsî, kebaba pîvazan,  tawaya Sîweregê û yên din li ser siparişan çêdike û wiha axivî: "Piraniya mişteriyên min jin in û dixebitin. Di remezanê de karê me zêde ye, lê rojên din jî ez zêde dixebitim. Ez karê xwe baş dikim, dema tehma firina kevir jî li ser zêde dibe tehma xwarinan gelekî xweş dibe."

Şîrove

 
Amed MOL | 17-6-2017
Ma gava mirov bacanê sor(Tamata,tomat) di eciqîne ci jê derdikeve?Ava wî. Bashe. Navê wî avî chiye ko mirov li ber tavê ava wî zuwa dike dibe wek macun? Ava bacana. MA chima hon dibêjin "salçe"??
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
697 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-06-22 11:34:32 PM
Osman,sîyasetê bike ema ne bi exlaqê Selahidîn Serokê xwe!Çû Zndana Edernê û li wir Serîyê Hespa resim dike.Ji bo Xudê sîyasetê bike da ku Tû Serokê...
Baydemir: Girtina Selahattin Demirtaş bi fermanê pêk hatiye
| 22-6-2017 | (1)
Baran B | 2017-06-21 1:53:39 PM
Madem babê wê ji Silêmanyê ye, ne ecîb û ne xerîbe ko ew dijî serxwebuna Kurdistanê ye.
Meredin | 2017-06-21 3:09:07 PM
Heger tu wan gotina tu diki, wilo xuiya diki Bave tê ne tî cuwamerê. Cimki wî Kurdaiyitî bi terê xes nedayê fehim kirin. Biji Serxwuabuna Kurdistanê...
Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
| 20-6-2017 | (7)
Zedan M. | 2017-06-14 7:14:56 AM
Tishtek bash ji mejiye aldaro dere Nina ,miroven parazit u xwe firosh gotin pere nabe .reka dur u direj kete pesh me kurden rojava ,em hevidaren ku...
Baran B | 2017-06-21 2:07:04 PM
Pkke û PYDe xodanê siyasetvanên wek Aldar .X ne. Her hinde mirf karît bêjît li ser pêŞniyara Aldarî.
Konfederalîzma xeyalî
| 16-6-2017 | (2)
serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| 21-6-2017 | (1)
0.156 seconds