Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Aramgeha Newşîrwan Mistefa dê weke ya Hafizê Şîrazî be

Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi 17-6-2017
Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa
Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa

Silêmanî (Rûdaw) – Dîzayna aramgeha Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa dê hevşêweyê aramgeha helbestvanê navdar Hafiz Şîrazî be û kelûpelên wî jî li wir werin nîşandan.

 

Serokê komîsyona amadekariya bîranîna Newşîrwan Mistefa, Şemal Ebdulwefa ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo çêkirina aramgehekê gelek dîzayn û nêrîn hatine pêşkeşkirin, çêkirina wê demek dirêj dixwaze. Bêguman Kak Newşîrwan bi xwe li hember xweşikbûna mezargeha Hafizê Şîrazî mendehoş bibû. Lewma dibe em vê dîzaynê hilbijêrin.”

 

Şemal Ebdulwefa herwiha got: “Baweriya Kak Newşîrwan bi çileya sersaxiyê nebû. Wî ji bo hevjîna xwe jî merasîma çile nexwest. Lewma em ji bo wî jî çile saz nakin. Emê piştî Cejna Remezanê merasîmeke teybet sazbikin. Hemû hevwelatî jî dikarin serdana aramgeha wî bikin, gul daynin an jî şemamkan vêxin.”

 

Ebdulwefa eşkere kir, ku ji bo berhevkirina destnivîs, name û kelûpelên Newşîrwan Mistefa hinek komîsyon hatine avakirin. Herwiha du pirtûkên wî jî ji bo çapkirinê amade ne, ku yek ji wan behsa Hacî Qadirê Koyî dike.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê dê kelûpelên odeya razanê, cilûberg, pirtûkxane û tiştên din ên Newşîrwan Mistefa dê di rojên pêş de li vê aramgehê werin danîn.

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa roja 19ê Gulana 2017ê, li mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir û termê wî li Girê Zergeta ya Silêmaniyê hate bixakspartin.  

 

 

 

 

Aramgeha helbestvan Hafizê Şîrazî, di sala 1935ê de, ji aliyê endzyarekî fransî ve li bakûrê bajarê Şîrazê ya Îranê, hate çêkirin. Ev aramgeh li nav baxçeyeke 2 hektarî de ye. Hawuza avê, pirtûkxane û firoşgaheke berhemên çandî li vir hene. her sal bi hezaran kes ji Îran û welatên din serdana vê aramgehê dikin.   

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1273 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 17 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| Duh vî demî 03:28 | (1)
kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (1)
0.25 seconds