Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Encamên serdanên şandên Sûriyê heta niha nehatine diyarkirin

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 17-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Destpêka meha hezîrana 2018ê şandeke nêzîkî hikûmeta Sûriyê ji Şamê serdana Qamişlo kir, lê heta niha encamên wê serdanê nehatine diyarkirin.

 

Di vê meha hezîranê de 2 şandên ku xwe ser bi opozisyona navxwe ya Sûrî dihejmêrin, serdana Cizîra Rojavayê Kurdistanê kir.

 

Ev serdan, bi mebesta pêkanîna hevdîtinan ligel aliyên Kurdî bûn, ku di nav de jî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê behskirin, herwiha pêwendiyên navbera aliyên van hevdîtinan.

 

Roja Şemiyê, 2ê Hezîrana 2018an, Derdevka Bereya Demokrat a Sûrî ya Opozisyonê Meys Krêdî ji Qamişlo li ser ekrana Rûdawê ragihand ku şanda wan dixwaze hemû aliyên siyasî li Qamişlo bibîne.

 

Meys Krêdî herwiha eşkere kir ku derbarê vê serdanê, ti hevahengiya wan ligel hikûmetê nîne.

 

Şanda Bereya Demokrat, di hevdîtinên xwe de, ligel aliyên siyasî yên kurdî, xwest ku pêwendiyên hêzên opozisyona navxwe xurt û bihêz bin, li ser sazan û lihevkirinên niştimanî, ji bo gihiştina bi çareyeke siyasî, li Sûriyê.

 

Ji aliyên ku ev şand ligel wan kete hevdîtin û danûstandinan, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû. Di wan hevdîtinan de, herdu aliyan tekezî li ser başkirina pêwendiyan kir, lê heta niha ti encamên van hevdîtinan nehatine dîtin.

 

Şanda Bereya Demokrat behsa wê yekê jî kir ku derfet heye ew li ser gotina serokomarê Sûriyê, ku arasteyî HSDê kiribû, derbarê diyalogê, tiştek bê avakirin. Lê heta niha encamên vê tevger, serdan û xwesteka vê şandê nehatine diyarkirin.

 

Partiya Pêşverû jî nîşan bi wê yekê da ku ev serdan dikeve çarçoveya pêwendî û pevgihiştina navbera aliyên siyasî û civakî û rewşenbîrî, ji hemû pêkhateyan.

 

Berî Cejna Remezanê bi rojekê, hate zanîn ku Sekretera Giştî ya Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm li Qamişlo ye. Îbrahîm ji gotiye ku ew van 2 rojan ti lêdwan û daxuyaniyan nade medyayê.

 

Tê pêşbînîkirin ku di çend demjimêrên bê de, naveroka peyam û serdana Perwîn Îbrahîm bê zanîn, ku li gorî zanyariyan, ew jî dixwaze hinek hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên kurdî, pêk bîne.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| Duh vî demî 05:56 | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| 15-12-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)
0.484 seconds