Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêşmergeyê rizgarkirî çîroka xwe ji Rûdawê re vegot

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2017
Hevjîn û zarokên Seyîd Ehmed, piştî du mehan bi dîtina wî şad bûn

Soran (Rûdaw) – Piştî rizgarkirinê, pêşmergeyê ku dîl ketibû destê DAIŞê gihişte malbata xwe. Li devera Soranê bi sedan kes pêşwaziya Seyîd Ehmed kirin.

 

Hevjîn û zarokên Seyîd Ehmed, piştî du mehan bi dîtina wî şad bûn.

 

Pêşmergeyê rizgarkirî Seyîd Ehmed ku nabihîze û bi zehmetî dikare biaxive, behsa çîroka xwe ya dema ketina destê DAIŞê ji Rûdawê re kir û got: “Ti car zarokên min ji bîra min dernediketin. Her dem min digot gelo ezê wan bibînim? Xweda bi rehm e û min ew dîtin.”

 

Roja duyem a meha Remezanê, Seyîd Ehmed li sînorê Xurmatû kete destê DAIŞê. Seyîd Ehmed diyar kir, ku roja ku ketiye destê DAIŞê bi rojî bûye û dibêje, çekdarên DAIŞê bi rojî nebûn û nedihiştin ew rojî jî bigre.

 

Seyîd Ehmed bal dikşîne ser çekdarên DAIŞê û dibêje: “Ji min re digotin rojî negire. Bi zorê xwarin û vexwarin bi min didan xwarin. Wan bi xwe jî, ne nimêj dikirin, ne jî rojî digirtin.”

 

Gelek kesan ji ber kêfxweşiya vegera Seyîd Ehmed serdana wî kirin.

 

Şemse Hacî ku hevjîna Seyîd Ehmed e dibêje: “Duayên xelkê, sedema sereke ya azadbûna hevjînê min e. Ji her kesî re spas dikim.”

 

Seyîd Ehmed bavê pênc zarokan e û du zarokên wî nabihîzin. Tenê ji wan yek dikare biaxive. Keça wî Dunya Ehmed dibêje: “Me hemû bavê xwe maç kir. Bira û xwişkên min pir xenî bûn. Xwedê Teala her çi qas dîl hebe, azad bike, da  ku xweşî vegere mala wan jî.”

 

Îsmaîl Ebdullah ku pismamê Seyîd Ehmed e diyar kir: “Pismamê min  beriya dîl bikeve, kêmdahat û hejar bû. Lê niha Xwedê zêde ke him debara wî baş e û him jî xêrxwazên li Xurmatûyê ji bo hevjîna wî dirav berhev kirine û xaniyê ku di kirêyê de bûn ji wan re standine.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
606 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 17 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| Duh vî demî 03:28 | (1)
kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (1)
0.235 seconds