Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - Bûzfiroşên li ser cadeyên Silêmaniyê

Ji aliyê Rûdaw 17-7-2017
9324 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hatina demsala Havînê û bilindbûna pileyên germiya hewayê, firotina bûzê li ser cadeyên Başûrê Kurdistanê dest pê dike.

 

Hinek kes bi rêya firotina bûzê li ser cadeyan debara jiyana xwe û malbata xwe peyda dikin, lê belê hinek caran jî ji ber nebûna bikiran (muşteriyan) û zêdebûna germiya hewayê, bûzên wan dihelin û zehmetî û keda wan dibe av.

 

Bûzfiroşên li ser cadeyên Silêmaniyê jî, berê ji sere çiyayan ve bûz dihanîn û li bazaran difirotin, lê belê niha kargehên çêkirina bûzê hene û bûye pîşeyek li Başûrê Kurdistanê.

 

Bûzfiroş sibehî zû berê xwe didin kargehên berhemanîna bûzan û bi kilo bûzê dikirin û piştre bi qazanceke kêm difiroşin welatiyan.

0.265 seconds