Hewlêr (Rûdaw) – Malbatên bi hezaran şehîd, enfalkirî û zindaniyên siyasî, çar sal in li benda tapokirina zeviyên xwe ne ku di sala 2013an de li Baxemreya Şehab a Hewlêrê ji aliyê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ve hatibû dabeşkirin.
Malbatên şehîdan diyar dikin, ku ji bilî kaxezek, ti tiştek nedane wan. Herwiha ji xeynî ku erd li ser wan nehatine tapokirin, rê nadin di nav wan erdan de xanî jî ava bikin.
Di sala 2013an de zêdetirî pênc hezar parçe zevî, li Baxemreya Şehab a ser bi Hewlêrê, ji aliyê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ve bi ser malbatên enfalkirî, şehîd û zindaniyên siyasî hatibû dabeşkirin. Ji ber ku zeviyên wan hêj li ser wan nehatine tapokirin, malbatên şehîdan nikarin kirîn û firotina wan zeviyan bikin.
Herwiha rayedarên Wezareta Şehîdan jî diyar dikin, ku karûbarên tapokirina zeviyan bi dawî dibin.
Li gor amarên Wezareta Şehîdan, li Herêma Kurdistanê 72 hezar şehîdên senger, hemwelatî û enfal hene û ji wan tenê 16 hezar malbat zeviyên xwe wernegirtine.