Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Konsulê Brîtanya: London dê hêj alîkariyên leşkerî bide Kurdistanê

Ji aliyê Rûdaw 17-7-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Konsulê Nû yê Brîtanya yê li Hewlêrê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Konsulê Nû yê Brîtanya yê li Hewlêrê kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Martyn Warr ragihand, ku welatê wî tekezî li ser berdewambûna alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê û bi taybet di warê serbazî de dike.

 

Îro duşembî 2017-7-17ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nî yê Birîtaniyayê li Hewlêrê, Martyn Warr û şandeka pê re kir.

 

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de, Martyn Warr  bi amaje kirin bi alîkarî û hemahengiya navbera dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Brîtanya ya li Hewlêrê daxwaza berfirehkirina têkiliyên navbera Hewlêr û Londonê di hemû waran de kir.

 

Warr herwiha mêrxasî û çavnetirsiya gel û pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û vehewandina hejmareke zêde ya penaberan giring nirxand.

 

Konsulê nû yê Brîtanya yê li Hewlêrê di beşeke din a xavtina xwe de pêdagirî li ser berdewambûna alîkariyên welatê xwe bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê serbazî de jî kir.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi spaskirina Konsulê Nû yê Brîtaniya hêviya serkevtinê di erkê nû de jê re xwest û piştîvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ser xistan karên wî nîşan da.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya Hikûmeta Brîtaniyayê kir ji bona alîkarî yên serbzaî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê û pêdagirî li ser pitir pêşxistina têkiliyên du alî kir.

 

Barzanî kurtiyek derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê de xiste berçav û xuya kir, Brîtaniya di vî warî de dikare bi rêya teşwîqkirina kompanyayên welatê xwe ji bo cîbicîkirina projeyên sermayedaniyê li Herêma Kurdistanê rola xwe bilîze, bi awayekê ku Herêma Kurdistanê bikin navendek ji bo projeyên xwe li seranserê Iraqê.

 

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayî de jî da xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî bi rêya diyalogê amade ye, ku Brîtaniya jî dikare di vî ware de rolê xwe bilîze. 

 

Her du aliyan di dawiya civînê de bal kişandine ser rewşa deverê û dawîn pêşhatên şerê li dijî terorîstên DAIŞê nirxandin.

 

1654 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.469 seconds