Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokwezîr Barzanî û şandeke dîplomatên Îranê civiyan

Ji aliyê Rûdaw 17-7-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro pêşwazî li şandeke dîplomatên Îranê bi serokatiya Balyozê Îranê yê li Iraqê, Îrec Mescidî kir.

 

Di civînê de konsulên Îranê yên li Hewlêrê, Silêmaniyê, Besra, Necef û Kerbelayê amade bûn. Herwiha hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên partiyên siyasî yên Kurdistanê jî di civînê de beşdar bûn.

 

Li gorî daxuyaniya piştî civînê ku li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, di vê civînê de şanda dîplomatên Îranê tekezî li ser pêwediyên dîrokî yên navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê kirin.

 

Herwiha şanda Îranê amadebûna welatên xwe bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de û pêşkêşkirina hevakrî û hêsankariyan bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê jî nîşan dan.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya serdana şanda dîplomatên îranî û hevkariyên Îranê yên bo Herêma Kurdistanê di demên berê û niha de kir û amadeyiya Herêma Kurdistanê jî bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên bi Îranîê re nîşan da.

 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Îran dikare di çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de, rola xwe bibîne.”

 

Serokwezîr Barzanî herwiha bi kurtî behsa rewşa niha ya deverê û pêşhatên şerê li dijî terorîstên DAIŞê jî kir.

 

Civîna şanda dîplomatkarên Îranê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdem e li gel civîna giştî ya Balyozxaneya Îranê ya li Iraqê bi konsulxanayên wî welatî re, ku salane li parêzgeheke Iraqê tê sazkirin û biryare îsal li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê were encamdan.

 

Êvariya duh yekşembiyê 16ê Tîrmehê jî, Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî û şandeke pê re kiribû.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1041 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
ali | 2017-07-24 7:09:04 AM
mişk ji çîyê xeyîdî ye, haya çîyê jê nebûye. gotinek pêşîyên tirkan
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (2)
Rûken Bagdu | 2017-07-24 5:38:33 AM
Pirsa hema her roj ji min têkirin ji alî gelek kesan ve; Tirk, Fransî, Amerîkî, zana û nezanan ve.."Ma hûn Kurd we ne ji bo nasîn û serxwebûna xwe we...
Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye
| 22-7-2017 | (1)
Pêşmergeh | 2017-07-23 10:57:31 AM
Di nav Serkirdeyên YNKê de,Eserd,kesê herî tirsoneke.Hem tirsineke hem her kesî ditirsîne.Wa zanê,ku Serbixweya Kurdistanê,Kabose.Heyf ku heger tû...
Eseserd: Ji bo referandûmê Bexda li benda Enqere û Tehranê ye
| 23-7-2017 | (1)
0.14 seconds