Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Dizeyî: Tirkiyê dest nedaniye ser pereyê petrola Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2017
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir, ku Tirkiyê dest danîne ser pereyên dahata petrola Kurdistanê û got, arîşeyeke tekînîk di navbera bankan de derketibû, lê belê bi çareserbûna wê arîşeyê proseya veguhastina pere dest pê kiriye.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî îro duşembî 17ê Tîrmeha 2017ê nûçeyên derbarê destdanîna ser dahata petrola Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve red kir.

 

Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, tê gotin, ku hin dezgehên medyayî nûçeyek belav kirine, ku qaşo ji ber hin sedemên siyasî, Tirkiyê dest danîbe ser dahata petrola Herêma Kurdistanê, lê belê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan îdiayan red dike.

 

Sefîn Dizeyî dibêje: “Hinek ji saziyên medyayî yên neberpirs nûçeyeke çewaşekar belav kirine, ku qaşo ji ber sedemên siyasî, li Tirkiyê dest bi ser dahata petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye girtin û rê lê hatiye girtin, ku (ev dahat) vegere Herêma Kurdistanê.”

 

Dizeyî wan agahiyan red dike û dibêje: “Tevahiya vê nûçeyê hatiye çêkirin û çewaşekarî ye û bi tevahî ji rastiyê dûr e.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî dike, ku çend rojan arîşeyek di navbera banka sander û wergir de li ser proseya veguhastina pere derketibû û tekez kir: “Lê belê di dawiyê de arîşe hat çareserkirin û niha proseya veguhastina dahata petrolê di navbera her du bankan de bi şêweyeke rêkûpêk birêve dice.”

Şîrove

 
Cemal Aslan | 17-7-2017
Aha.... Bank problem? Mala te sevto kenge Probleme Bank cebune.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 22-7-2017 | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| 21-7-2017 | (1)
kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (1)
0.203 seconds