Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

YNK: Em hêvî dikin serokê nû yê Goranê li ser rêya Newşîrwan Mistefa be

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2017
Logoyên Goran û YNKê
Logoyên Goran û YNKê

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sîrwan Koyxa Necim ragihand, ew hêvîdar in ku Serokê Giştî yê Tevgera Goran li ser rêbaza Newşîrwan Mistefa be û bêtir nêzîkî YNKê be.

 

Ne tenê çavê cemawer û rayedarên Tevgeran Goran li ser hilbijartina serokê giştî ya tevgerê ye, herwiha partî û aliyên din ên siyasî jî li benda 25ê Tîrmehê ne, da ku bizanin piştî Newşîrwan Mistefa dê kî bibe serokê giştî.

 

Endamê Serkirdayetiya YNKê Sîrwan Koyxa Necim ji Rûdawê re diyar kir: “Yek ji armanc û hêviya me ku me li serkirdayetiya YNKê jî qal kiriye, yekgirtina me ya li gel Goran e. Çimku Goran ji hinavê YNKê derketiye. Em hêvîdar in ku serokê dahatû, li ser rêbaza Kak Newşîrwan Mistefa berdewam be û bêtir nêzîkî YNKê be. Em herdû alî, dê rêkevtina di navbera me de weke xwe cîbicî bikin û li ser pirsên çarenûssaz û stratejiyê, bêtir helwestên wekhev nîşan bidin.”

 

Roja 25ê Tîrmeha 2017an ku salvegera yekem beşdariya Goran a pêvajoya hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ye, Civata Niştimaniya Tevgera Goran ji bo hilbijartina serokê giştî dê bicive û ji Desteya Rêveberiyê kesek dê were hilbijartin.

 

Namzedên herî bihêz ên ji bo Serokatiya Giştî ya Tevgera Goran, Qadir Hacî Elî û Umerî Seyîd Elî ye.

1785 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kelemê Rizî | 2018-02-13 6:53:11 PM
Ji bo ku Ereb kar biken !
Iraq firokexaneyên Kurdistanê bo Umrê vedike
| 13-2-2018 | (1)
Sofi | 2018-02-11 1:44:50 PM
Başe kanî mafê Kurdên Bakur? Li Başur û Rojavayê Kurdistanê mafê Kurdan heye ku xweî dewlet bin lê Lê Tirkî yê ti mafên Kurdan tûne be.
Serokê Saadetê yê Amedê: Mafê Kurdan ê dewletbûnê heye
| 11-2-2018 | (1)
YEKDUDUSISE | 2018-02-11 8:57:43 AM
Xwude Alîkare Kurda bi.
HSD: Hêzên me li Efrînê 2 helîkopter xistin xwarê
| 11-2-2018 | (1)
ahmad osso | 2018-02-10 10:15:05 PM
از كلكي كيف خوشتبم
Hunermend Birader bo piştgiriya Efrînê stranek çê kir
| 7-2-2018 | (1)
0.657 seconds