Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokê nû yê fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê dest bi kar bû

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2017
Serokê nû yê fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Arêz Ebdullah.
Serokê nû yê fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Arêz Ebdullah.

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî biryara Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ya derbarê guhertina seroka fraksyona wê partiyê li Parlamentoya Iraqê û diyarkirina Arêz Ebdullah weke serokê nû yê fraksyonê, îro Arêz Ebdullah bi fermî weke serokê fraksyona YNKê dest bi kar bû.

 

Parlamenterê YNKê yê di parlamentoya Iraqê de û endamê serkirdatiya wê partiyê, Arêz Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku li ser biryara polîtboruya partiya xwe, ew weke Serokê Fraksyona YNKê di parlamentoya Iraqê de dest bi kar bûye.

 

Arêz Ebdullah herwiha got: “Piştî vegera me bo Bexdayê em dê bi cidî li ser wê yekê kar bikin, ku pêwendiya navbera fraksyonên Kurdistanî xurttir bikin, çimku eger hevpeymanî di navbera fraksyonên Kurdistanî de nebe jî, lê belê dive em li ser mijarên netewî û niştimanî yekdeng bin.”

 

Serokê Fraksyona YNKê di parlamentoya Iraqê de amaje bi wê yekê jî kir, her çend ku ew bi biryara polîtboruya partiya xwe bûye serokê fraksyona partiyê li bexdayê, lê belê piştî vegera wan bo Bexdayê, ew dê di nava parlamenterên partiya xwe yên li Bexdayê de hilbijartinekê jî bo diyarkirina serokê fraksyonê bikin.

 

Pêştir Ala Talebanî serokatiya fraksyona YNKê di parlamentoya Iraqê de dikir, lê belê bi biryareke Kosret Resûl Elî di roja 12ê Tîrmeha îsal de Arêz Ebdullah weke serokê nû yê fraksyona YNKê hat diayrkirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 19-9-2017 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| Duh vî demî 09:15 | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| Duh vî demî 01:09 | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| Duh vî demî 06:32 | (1)
0.516 seconds