Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kurdistanê ji bo referandumê şert û mercên xwe dane Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 17-8-2017
Rûdaw
Rûdaw

Bexda (Rûdaw) - Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê (Ya Şîeyan) daxwaza paşxistina referanduma Herêma Kurdistanê dike û li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê jî çend şert û merc danîne pêşberî rayedarên Iraqê.

 

Şeva bihorî 16ê Tebaxa 2017ê, şanda Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re ku mezintirîn sîvana partî û aliyên siyasî yên şîeyên Iraqê ye, civiya.

 

Endamekî şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ku nexwest, navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, ku Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê daxwaza paşxistina referandumê li  Herêma Kurdistanê kiriye, lê belê şanda referandumê ji wan re ragihandiye, ku eger mercên wan neyên cîbicîkirin û Netewên Yekgirtî û welatên zilhêz jî çavdêriya gotûbêj û rêkevtinên navbera Hewlêr û Bexdayê nekin, Herêma Kurdistanê ne amade ye, ku referandumê paş bixe.

 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ve bi dest xistine, daxwazên sereke yên Kurd ji Bexdayê ev in: Cîbicîkirina madeya 140 a destûrê, Vegerandina bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, Vegerandina pişka Kurd di hikûmeta navendî de, Zêdekirina rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de û çend daxwazên din.

 

Şanda Herêma Kurdistanê ji aliyê iraqî re gotiye, ku divê ew daxwazên Kurdistanê di demeke diyarkirî de bihêne cîbicîkirin.

 

Herwiha şanda Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku ji bo encamdana her rêkevtinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîst e ku Netewên Yekgirtî û Amerîka û welatên din ên zilhêz beşdar bin û çavdêriya gotûbêjên navbera her du aliyan bikin.

 

Li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê herwiha ji Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re gotiye, ku divê paşxistina referandumê bi nivîskî be û welatên Encumena Asayişa Navdewletî agahdar bin û piştî demekê, ku wiha tê texmînkirin, heta piştî hilbijartinên Iraqê be, Kurdistan referanduma xwe saz bike.

 

Ew yek di demekê de ye, ku roja sêşembiya vê heftiyê, Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê, Roj Nûrî Şawêys piştî encamdana çend civîn û hevdîtinan ragihandibû, ku daxwaza paşxistina referandumê li wan hatiye kirin û tekez kir, ku şanda Kurdistanê bi paşxistina referandumê razî nebûye.

 

Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê herwiha gotibû: “Me jî ji wan re got, ku bawerî bi sozên Bexdayê nayê kirin, niha jî divê referandum weke çareser were dîtin.”

 

Biryar e şanda Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê heta roja duşembiya dahatî li Bexdayê bimîne. Herwiha şanda Kurdistanê biryar e, ku di roja yekşembiya dahatî de jî nexşerêyekê bide Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê û aliyê iraqî jî dê her heman rojê nexşerêya xwe pêşkêşî şanda Kurdistanê bikin.

 

Şîrove

 
Bernas | 17-8-2017
Nexêr, nexêr. edî paşxistina gistpirsî derbas bû , dibe derbasbûyî be. Xelas. Haaa Kurd tiştek din pêşkeşi hukemeta Îrak dikin: Em gîştpirsî dikin, bes cibinsikirin, ango serxwebûn îlankirin çend hefteyan bi paşdixin. Ew karek din e, ka danûstandinên piştî gîşpirsî bi wank es û hukumeta İrak va encem didin an na. Divê em bizanin, ku ti hukumet li İrak nemaye, ew der parezgeha Îran e ye, gor ferman û xwestekên Îran tevdigerê ye. Gîştpirsî divê bi ti awayî paşnayexistin.
Nîşankirin : Kurdistan, Referandum, Iraq
2255 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.578 seconds