Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Wezareta Pêşmerge: Giştpirsî bandorê li hevpeymaniya me nake

Ji aliyê RÛDAW 17-9-2017
Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet dibêje, hevpeymaniya di navbera pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de bi rewşa siyasî ve girêdayî nîne û got: “Em dixwazin hevpeymaniya leşkerî veguherin hevpeymaniya siyasî.”

 

Li gel nêzîkbûna dema giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, çarenivîsa hevkarî û hemahengiya pêşmerge ya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî tê meraqkirin.

 

Dîdara fermandarên pêşmerge

 

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemêrî ragihand, ku îro Yekeşemê 17-09-2017, li Hola Sedî Ebdullah a Hewlêrê, bi beşdarbûna hejmareke fermandarên pêşmerge û berpirsê hinek eniyan, Dîdara Pêşmerge birêve diçe.

 

Peyamnêrê me got: “Di dîdarê de fermandarên pêşmerge yên di şerê DAIŞê de rol lîstine, behsa wan plan û qehremaniya bûne sedema serkeftina pêşmerge ya li hember DAIŞê kirin. herwiha behsa rola diyar a Hevpeymaniya Navdewletî, bi taybetî jî Amerîkayê di şer de kirin.”

 

Li ser armanca dîdarê Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet got: “Em dixwazin vê dîdarê bikin rawestgahek ji bow ê dîroka dûr û dirêj a pir tekoşîn a Hêzên Pêşmerge ya ji bo gihiştina Kurdistana serbixwe.”

 

Hîkmet herwiha got: “Em dixwazin di vê dîdarê de balê bikişin ser hevpeymaniya di navbera pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê. Herwiha tekeziyê li ser aştîparêzî û pêkhate parêziya pêşmerge bikin, ku di 3 salên dawiyê de weke defakto tevahiya cîhanê bi çavê xwe dît.”

 

Hevpeymaniya pêşmerge û welatên hevpeymanan

 

Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet li ser mijara giştpirsî û hevpeymaniya ligel Hevpeymanên Navdewletî de ji Rûdawê re ragihand: “Hevpeymaniya pêşmerge ya li gel Hevpeymaniya Navdewletî naguhere. Hevpeymaniya di navbera me de bi rewş û qonaxên siyasî ve ne girêdayî ye. Bêguman rahendeke stratejîk a vê hevpeymaniyê heye. Lê mijara nakokiya li ser giştpirsiyê mijareke din e. Ji bilî v ê yekê jî em kar dikin da ku hevpeymaniya bi xwîn û qehremeaniya pêşmerge hatiye avakirin, veguherine hevpeymaniyeke siyasî ji bo paşeroja Kurdistanê.”

 

Mijara zêdekirina hejmara şêwirmendên leşkerî bi taybetî jî yên amerîkî li Mexmûrê yek ji pirsa Rûdawê bû û Helgurd Hîkmet wiha bersiv da:

 

“Ev yek bi helwesta siyasî ve girêdayî nîne. Alîkarê nû yê Wezîrê Pêşmerge xwedan planeke nû ye û serdana wan navçeyan kiriye û hinek guhertin kirine. Li hindek cihan pêwîst dîtine ku hejmareke zêdetir a leşkeran werin bicîhkirin.”  

 

Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet daxwaz ji hemû Kurdistaniyan kir, ku roja 25ê Îlonê herin ser sindoqan û dengê erê bidin dewleteke serbixwe.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.688 seconds