Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şandeke îdareya Şingalê diçe Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 17-11-2018
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke îdareya qezaya Şingalê bi serokatiya Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, bi armanca çareserkirina rêgiriyên vegera wan bo Şingalê, serdana Bexdayê dike û Serokê Encûmena Qezaya Şingalê jî dibêje, hikûmeta Iraqê di mijara vegera îdareya Şingalê de ne ciddî ye.

 

Serokê Encûmena Qezaya Şingalê Weys Nayîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku di vê hefteyê de şandeke îdareya Şingalê bi serokatiya Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl serdana Bexdayê dikin û got: "Armanca serdanê ew e daku wan astengî û rêgiriyan nehêlin ku dibin asteng li pêşiya vegera me bo îdareya Şingalê."

 

Weys Nayîf, tekez kir ku hikûmeta Iraqê naxwaze îdareya rewa ya Şingalê vegere qezayê û got: "Ya rast ew e ku hikûmeta Iraqê li ser mijara vegera îdareya Şingalê ne ciddî ye, her roj hincet û astengiyekê derdixe daku em venegerin, bi wî awayî kar dikin heta ku em bêzar bibin û bibêjin venagerin, ew jî bi vê hincetê bi fermî me ji îdareyê dûr bixin, lê em li ser vegerê pêdagir in."

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, beşek ji berpirsên îdareya Şingalê li sînorê wê qezayê neman û roja 31.10.2018an jî wan berpirsên Kurd hewl dan daku vegerin ser karê xwe, lê di dema vegerê de astengek derket, bi gotina Qeymeqamê Şingalê "Alîgirên PKKê li Bazgeha Um Şebabik dijî vegera îdareya Şingal xwepêşandan kirin."

 

Ew berpirsên îdareya Şingalê ku heta niha venegeriyane ser karên xwe:

 

- Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl

- Serokê Encûmena Qezaya Şingalê Weys Nayîf

- Rêveberê Nehyeya Sinûnê Nayîf Seydo

- Serokê Encûmena Nehyeya Sinûnê Elyas Xizir

- Rêveberê Nehyeya Bilêc Ebdûlhemîd Qasim

- Serokê Encûmena Nehyeya Bilêc Êzdîn Nadim

- Rêveberê Nehyeya Gir Uzêr Xidir Xudêda

- Serokê Encûmena Gir Uzêr Seydo Xişo

 

Encûmena Qezaya Şingalê ji 18 kesan pêk hatiye, 14 ji wan Kurd in û 2 jî Ereb, Turkmen û Mesîhî jî her yek û endamekî wan heye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1012 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.39 seconds