Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serok Barzanî û şandeke Amerîkayê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Ji aliyê RÛDAW 17-11-2018
Serok Barzanî pêşwazî li Andrew Peek kir
Serok Barzanî pêşwazî li Andrew Peek kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û şandeke Amerîkayê rewşa Iraqê gotûbêj kirin û hinardekirina petrola Kerkûkê jî wek biryareke rast pênase kirin.

 

Roja Şemiyê 17.11.2018ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî ligel Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê Îran û Iraqê Andrew Peek û şandeke ligel civiya.

 

Li gor daxuyaniya piştî civînê, rewşa siyasî ya navçeyê, rewşa siyasî û ewlekariyê ya Iraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine gotûbêjkirin û pêşwazî jî li biryara hikûmeta Iraqê hatiye kirin bo dûbare hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê û wek biryareke rast hatiye pênasekirin.

 

Di civînê de herdu alî hevra bûn ku rewşa siyasî piştî hilbijartinên Iraq û hikûmeta nû ya Iraqê bibe derfeteke nû ji Herêma Kurdistanê û Bexdayê re bo çareserkirina pirsgirêkan û hevahengî û hevkariya zêdetir a ligel hev.

 

Li gor heman daxuyaniyê, rewşa parêzgeha Neynewa û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn û axaftin li ser mekanîzmayên normalkirina rewşa wan navçeyan, liberçavgirtina maf û daxwazên pêkhateyên olî û neteweyî, vegera koçberan û çawahiya rêvebirina wan navçeyan hatiye kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Hêzeke 7 demjimêr berê |

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Bi serpireştî û hemahengiya Amerîkayê bûye Zêdetir
Bi rastî cudaxwaz bû 13-12-2018 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.375 seconds