Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Mijara Efrînê aloz e

Ji aliyê RÛDAW 18-2-2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa naveroka civînên xwe yên li Munichê dike.

Munchen (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku mijara Efrînê mijareke aloz e û pir alî ye û da zanîn, ku daxwaza wan ew e, ku gelê Efrînê zêdetir zirar nebîne.

 

Nêçîrvan Barzanî, ku di çarçoveya Konfransa Navdewletî ya Asayişa Munichê li Almanyayê ye, piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku hevdîtinên wan ên li gel serkirdeyên cîhanê giring bûye.

 

Barzanî da xuyakirin, ku weke du cîranên baş ew dixwazin Îran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke erênî bibînin.

 

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de Barzanî got: “Deriyên me ji bo gotûbêjan vekiriye. Herî kêm em dixwazin beriya hilbijartinan derbarê mijara bûcdeyê û vekirina firokexaneyan bigihin hinek encaman.”

 

Li ser helwesta Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Pirsgirêkên me yên li gel Bexdayê bi kartên guvaşan çareser nabe. Divê bi destûrê çareser dibe. Destûra Iraqê riya çareserkirinê destnîşan kiriye. Em bi hêvî ne ku dikarin pirsgirêkan bi guftûgo çareser bikin.”

 

Derbarê pirsa Efrînê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî:

 

“Bi xwe mijara Efrînê mijareke aloz e. Peywendiya wî bi gelek aliyan ve heye. Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îran di nav de ne. Me îro li gel de Mîstûra jî ev mijar gotûbêj kir. Hêviya me ew e ku ji vê rewşê re çareseriyek were dîtin, ku gelê Efrînê zêdetir ziyanê nebîne.”,

 

Barzanî destnîşan kir, ku beşdarbûna wan a lûtkeya Davosê, konferansa Munchenê û herwiha hemû serdanên wan ên li welatên Ewropayê bûne alîkar ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li Iraqê were dîtin.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.687 seconds