Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Newzad Hadî: Hewlêr dê bibe pêgeheke bihêz a aborî

Ji aliyê RÛDAW 18-3-2019
Îro li Hewlêrê dîdara bazirganî ya Herêma Kurdistanê û Herêma Flandersê birêve çû.
Îro li Hewlêrê dîdara bazirganî ya Herêma Kurdistanê û Herêma Flandersê birêve çû.

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, herwiha serokên odeyên bazirganî yên parêzgehên Herêma Kurdistanê di dîdara bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Herêma Flandersê de beşdar bûn.

 

Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgarê Hewlêrê hemû hêsankariyan bo hilberînerên biyanî dikin.”

 

Newzad Hadî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 10 salan de û heta pêş qeyrana darayî, 10 milyar dolar ji bo pêşxistina hemû sektoran xerc kir.”

 

Hadî got: “Hewlêr dibepêgeheke bihêz a aborî û bazirganiyê, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, lê belê bo beşên din ên Iraqê jî, bi taybet bo avedankirina cihên weke Mûsil û navçeyên din ên rizgarkirî. Lewma em bi temamî piştgirî, hevkarî û hêsankariyan bo hewlên şanda mêvan û odeyên bazirganî yên xwe dikin, ji bo ku pêwendiyên xwe yên aborî û bazirganî bihêztir bikin.”

 

Heval Ebûbekir: Hikûmet piştevanekî mezin ê pêşxistina aborî û parastina ewlehiyê ye

 

 

Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir jî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî derbaskirina qeyranan bi hewla Hêza Pêşmerge û piştevaniya civaka navdewletî, îsal bûye sala hilberînê û serdanên şandên bazirganî û dîplomatîk.

 

Heval Ebûbekir da xuyakirin: “Welatê me welatekî mezin ên çandiniyê ye, bi rêjeyeke zêde baran lê dibare, xakekî gellek baş û bi mifa heye, bi rêjeyeke baş hêza kar têde heye, bi qasekî guncaw tav lê dikeve, xwediyê rêjeyeke mezin a ava ser erdê û bin erdê ye û xelkê wê jî hemû ciyawazî û kulturên din qebûl dike. Li Herêma Kurdistanê bi temamî aramî û ewlehî heye, kerta taybet bi awayekî gellek hêja û şareza hatiye nav vê proseyê û hikûmet jî piştevanekî mezin ê pêşxistina aborî û parastina ewlehiyê ye. Lewma jî ji giring e ku em bikarin wan pêwendiyên bazirganî çê bikin û bi rêya wan pêwendiyên bazirganî, hemû sektorên din vejînin.”

 

Têkildarî rewşa aboria parêzgeha Silêmaniyê jî, Heval Ebûbekir got: “%32ê tevahiya pîşesaziya Iraqê li parêzgeha Silêmaniyê ye. Navçeyeke pir bisûd a çandiniyê ye li ser asta hemû cîhanê ku xwediyê 370 hezar hektar erdên çandiniyê ye.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Heval Ebûbekir da zanîn: “7 hezar û 373 kompanya li bajarê Silêmaniyê kar dikin ku 942 ji wan kompaniyên biyanî ne yan şaxên wan in. 2 milyon û 200 hezar kes jî li vê parêzgehê dijîn û xwediyê firokexaneyeke navdewletî ya pir baş e ku yekemîn asta tranzîta navbera başûrê rojhilatê Asya û Ewropayê li ser asta navçeyê li wê derê tê kirin. Xwediyê du dergehên sînorî yên navdewletî li gel Komara Îslamiya Îranê ye û çar deriyên sînorî yên fermî bi Îranê re heye. Li gel welatên derdorê, tevî Tirkiye, hikûmeta Iraqê û cihên din jî pêwendiyeke baş a bazirganî heye.”

 

Parêzarê Silêmaniyê destnîşan kir: “Bernameya me hemûyan ev e ku ji bo îsal em gelek giringî bidin çandiniyê û sektorên pîşesazî û geştyariyê, derfeteke gelek baş ji bo sermayedaran û bo karê hilberînê li Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê heye. Em hêvî dikin ew birêzên ku hatine, bibin nûnerên rasteqîn ên civaka me. Me tevde li dijî terorê şer kir, li dijî pîsbûna jîngeh û maddeyên hişber jî em şer dikin, em hewl bidin tevde bi hev re aboriyeke wiha baş li navçeyê çê bikin ku bikare seqamgîriyê çê bike, çimku seqamgîriya vê navçeyê wate seqamgîriya hemû cîhanê.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.422 seconds