Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

VÎDEO – Dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê li Hewlêrê hat nimayişkirin

Ji aliyê Rûdaw 18-4-2017
Dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê li Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dîzaynerê Kurd Goran Xidir dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê li ser asta Rojhilata Navîn, ku 200 metr e, nimayiş kir. Goran Xidir ji Rûdawê re got, dixwaze vê karê xwe pêşkêşî proseya referendum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.

 

Îro sêşembî li bajarê Hewlêrê cilûbergeke ciyawaz a bûkîniyê hat nimayişkirin. Ev cilûbergê bûkîniyê ji aliyê dîzaynerê Kurd, Goran Xidir hatiye amadekirin û bi gotina Goran Xidir, ev cilûbergê bûkîniyê li ser asta Rojhilata Navîn dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê ye.

 

Goran Xidir derbarê karê xwe yê nû de ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew dixwaze bi rêya vî karê xwe hez û selîqeya xortên Kurd nîşanî cîhanê bide.

 

Xidir herwiha vî karê xwe pêşkêşî proseya referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike.

 

Dîzaynerê Kurd Goran Xidir derbarê dirotin û amadekirina dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê de da xuyakirin, ku dirêjiya vê cilûbergê 200 metr e û 600 metir qomaş têde hatiye bikaranîn.

 

Goran Xidir herwiha dibêje, 50 kesan di heyama 8 mehan de kar li ser vî karî kirine.

 

Merasîma nimayişkirina dirêjtirîn cilûbergê bûkîniyê ji aliyê şîrketekê ve hatibû lidarxistin, ku hunermend Lane Zangene serpireştiya wê dike.

 

Nimayişa vê cilûbergê bûkîniyê li Parka Şehîd Samî Ebdurehman a Hewlêrê û bo dema 6 saetan birêve çû û bala hejmareke zêde ya jinên Kurd kişand ser xwe û gelek kesan wêne pê re girtin.

 

Li gorî agahiyan, amadekarî hatiye kirin da ku vîdyoya vê cilûbergê bûkîniyê ji pirtûka hejmarên pîwaneyî yên cîhanê (Guinness ) re were şandin.

 

Lane Zengene ji Rûdawê re got: “Ev tomar li welatên Fransa, Almanya û Holanda jî tê nîşandan.”

 

Modelîst û mankena Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Çinar Mihemed ku ev cilûbergê bûkîniyê li xwe kiribû û karê nimayişa vê dikir, ji Rûdawê re axivî û got: “Ez îro ku li vir im û vê cilûbergê bûkîniyê li xwe dikim, hest bi şanaziyê dikim. Ez dixwazim vê peyamê bidim, ku Kurd dikarin karên mezin bikin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1790 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tiréj é Rojé | 2017-04-25 7:34:53 PM
Ci ecéb. Ji aliyé tirko ve téne bombebaran kirin u li tirkiyé téne derman kirin?!??.. Gelo, li Kurdistané nexwe$xaneyén bi teknolojiya mondern túne...
Pêşmergeyên birîndar dê li Tirkiyê werin dermankirin
| 5 demjimêr berê | (1)
Tíréj é Rojé | 2017-04-25 7:23:57 PM
Gelo,ku tirkiye érí$é xwe dubare bike ewé Ebadi ci bike? Ewé Ebadi li hember tirkiyeyé $er u ceng ilan bike? Ebadi u Iran raziye ku PKK li $engaré...
FLAŞ - Ebadî hişyarî da Tirkiyê
| 5 demjimêr berê | (1)
Sofi | 2017-04-25 2:01:03 PM
Ez bombebarana ku Tirkiyê li ser Şingalê kiriye û wan kesên ku bu sersebebê bombebarên şermezar û rureş dikim. Û rahma Xwedê li şehîdan be û ser...
Wezareta Pêşmerge: Bombebarana Tirkiyê nayê qebûlkirin!
| 13 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-04-24 7:25:01 PM
PKKa Rojava,fermanê xwe ji Qendîlê,werdigre.Û Qendîl,fermanê xwe,ji Îranê û ji Rijîma Suryê,werdigre ne ji Suleymanîyê.Ema Piştgirtinên YNK û...
aloha | 2017-04-24 9:28:49 PM
MAşella işê rexnaaa
YNKê bi tundî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rexne kir
| Duh vî demî 07:13 | (4)
0.281 seconds