Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hewlêrê bo Kerkûkê bang li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kir

Ji aliyê RÛDAW 19-10-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hezaran welatiyên Kerkûkê ji ber êriş û gefên Heşda Şeibî ê hêzên Iraqê ji Kerkûkê aware bûne û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî daxwaz ji Netewên yekbûyî û civaka navdewletî kir, ku bi hawara awareyan ve bihên.

 

Newzad Hadî derbarê awarebûna hejmareke zêde ya welatiyên Kurd ên bajarê Kerkûkê û navçeyên derdorê de ji Rûdawê re ragihand: “Li gel wê bûyera nexweş û jehrawî ya ku li Kerkûkê qewimî, her ji roja yekem ve welatiyên Kurd ên bajarê Kerkûkê aware bûn û Kerkûk terikandin û di şer tû mercên nexweş de berê xwe dane Hewlêrê.”

 

Newzad Hadî dibêje: “Ji roja yekem ve nêzîkî 8 hezar malbatan gihîştine Hewlêrê, îro jî heta niha nêzîkî 6 hezar malbatan derbasî Hewlêrê bûne, çimku li gorî zanyariyên ku gihîştine me, rê nadin ku xelkê din derbas bibin.”

 

Hadî amaje bi wê jî dike, ku xelkê Kerkûkê bi şêweyekê şepirze berê xwe dane Hewlêrê û bi taybet li wan projeyên nîştecîbûnê bicih bûne ku nehatine temamkirin, li gel wê jî ti tiştek li gel xwe neanîne.

 

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji Netewên Yekbûyî, civaka navdewletî û hemû rêxistinên mirovî kir ku alîkariyan pêşkêşî awareyên Kerkûkê bikin û got: “Bila bi hawara wan hemû awareyan ve bihên ku di vê rewşa gelek zehmet û nexweş a Kurdistanê de û wan reftarên xirab ên ku Heşda Şeibî li bemaber wan dike û metirsî li ser jiyana wan heye û nêzîk e ku bajar bi temamî were valakirin û berê xwe dane bajarên Kurdistanê û bajarê Hewlêrê. Bila bi hawara wan ve bihên û hevkariyan bikin û alîkariya wan bikin. Ez daxwaz ji xelkê xoştevî û bi şeref ên Hewlêrê jî dikim ku alîkar bin, ku hevkarî û destdirêjîkirin û alîkariya wan xelkan erkekî niştimanî û olî û welatparêzî ye.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.5 seconds