SILÊMANÎ - Baregehên 5 partiyan hatin şewitandin

18-12-2017
RÛDAW
Xwepêşanderan baregehên PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû şewitandin
Xwepêşanderan baregehên PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû şewitandin
Nîşan Pîremegrûn Xwepêşandan Alozî Partî Bargeh Şewitandin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberê Bajarokê Pîremegrûn Sîrwan Serhed ragihand, ku li bajarokê baregehên 5 partî û binkeyên asayiş û polîsê trafîkê ji aliyê xwepêşanderan  ve hatin şewitandin.

 

Sîrwan Serhed ji Rûdawê re diyar kir, ku xwepêşanderan baregehên PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû û herwiha binkeyên asayiş û polîsê trafîkê yên Pîremegrûn şewitandin.

 

Rêveberê Bajarokê Pîremegrûn Sîrwan Serhed aşkere kir, ku xwepêşander ber bi santrala elektîrê ya Pîremegrûn diçin û rewş aloz bûye.

 

Ji aliyê rêveberiyê ve, bajarokê Pîremegrûn ser bi navçeya Dûkan a parêgeha Silêmaniyê ye.

 

Îro duşemê 18ê Berfanbara 2017an li hin bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê yên li sînorê Silêmanî û Helebceyê ji ber sîstema paşekewta mûçeyan, paşketina mûçeyan û kêmbûna xizmetguzariyan xwepêşandan hatin kirin. Yek ji wan deverên ku têde xwepêşandan hate pêkanîn bajarokê Pîremegrûn e, herwiha li bajarê Silêmanî û çend deverên din jî tevlihevî û alozî derket.

 

 


 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst