Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Efrînê 25 kes ji birça mirin

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2018
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rudawê re ragihandin, ku 25 kes ji welatiyên wê herêmê ji ber birçîtî û rewşa xirab a jiyanê, canê xwe ji dest dane.

 

Bi gotina wan çavkaniyan, di nava wan 25 kesan de, jin û zarok hene û piraniya wan ji ber birçîtî û kêmbûna nan û xwarinê canê xwe ji dest dane.

 

Rêxistinên gihandina alîkariyên mirovî jî tekez kirine, ku ji ber şer û êrişên hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê zêdetirî 250 hezar kes ji welatiyên sivîl ji herêma Efrînê koçber bûne û niha di rewşeke gelek xirab de ne. Bi gotina wan rêxistinan, herwiha tirsa wê yekê heye ku ji ber kêmbûna nan û xwarinê û negihîştina alîkariyên mirovî hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

 

Roja Yekşemî 18ê Adara 2018ê hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên opozisyona Sûriyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr piştî 58 rojan şer û pevçûnan ragihandin.

 

Li gorî amara dawî ya Rêveberiya Tendirustiya Efrînê, ji destpêka êrişên Tirkiyê ve heta duh Yekşemiyê 281 kesên sivîl li Efrînê canê xwe ji dest dane û 701 kesên din jî birîndar bûne.

 

Herwiha Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanî jî duh di daxuyaniya xwe de hejmara qurbaniyên şervanan di şerê Efrînê de aşkere kiribû û dabû xuyakirin, ku 830 şervan li Efrînê canê xwe ji dest dane.

 

Piştî ku artêşa Tirkiyê dest danî ser bajarê Efrînê, hevserokê berê yê PYD Salih Mislim ragihand, vekêşana hêzên wan ji Efrînê, nayê wateya ketina wî bajarî.

 

Salih Mislim got,  xebata wan ji bo demokrasiyê berdewam dibe û serkeftin jî ya xelkê Bakûrê Sûriyê ye, derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê li nava bajarê Efrînê.

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê jî piştî derbasbûna hêzên ser bi Tirkiyê ve bo nav bajarê Efrînê, têkildarî rewşa herî dawî ya herêmê li devera Şehba daxuyaniyek rojnamavenî da û têde ragihand, bi armanca rêgirtina li çênebûna karesata mirovî li Efrînê, welatiyên sivîl bajarê Efrînê vala kirine û destnîşan kir, li hemû cihên Efrînê hêza wan heye û berxwedana Efrînê ketiye qonaxeke nû.

 

Kantona Efrînê diyar kir: "Ji niha pêde jî berxwedan û fîdakarî çi ji aliyê serbazî ve be û çi ji aliyê civakî ve be, dê berdewam be û bi ti şêweyekê dagîrkarî û ketina Efrînê nayê qebûlkirin, ev şer dê berdewam be, heta ku dagîrker li tevahiya Kantona Efrînê tê derxistin."

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji roja 20ê Çileya îsal ve êrişeke berfireh bo ser Efrînê dabûne destpêkirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.609 seconds