Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HDK: Bikujên fermandarê pêşmergeyên me hatin girtin

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2018
Fermandarê HDKê Qadir Qadirî
Fermandarê HDKê Qadir Qadirî

Hewlêr (Rûdaw) – Hizba Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek derbarê girtina tometbarên kuştina fermandarê leşkerî yê wê partiyê Qadir Qadirî belav kir û ragihand, ku 5 kes bi tohmeta kuştina Qadirî hatine girtin.

 

HDKê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, tawanbarên terorkirinê tîmeke 5 kesî ye, ku jinek û 4 mêr in.

 

Di daxuyaniyê de hatiye, ku endamên wê tîma terorê bi hevkariya dezgehên ewlekariyê yên herêma Kurdistanê û dezgeha ewlehiya HDKê naskirî bi HDK Sayberî hatine girtin û îtiraf bi wê tawanê kirine.

 

HDKê herwiha daye xuyakirin, ku Osman Feqê Melekî ku bi Mela Osmanê Hîzop tê naskirin, pilandanerê sereke yê terorkirina Qadir Qadirî bûye û ferman li dezgehê Îtilaata Supaya Pasdarên Îranê wergirtiye û goman tê kirin, ku wî bi xwe destrljiya guleyan li wî fermandarê HDKê kiribe.

 

HDK ragihandiye, ku biryar e di pêşerojê de ew zanyariyên zêdetir û hûrtir li ser bûyera kuştina Qadir Qadirî eşkere bikin.

 

Dezgeha Sayberiya HDKê dibêje, Mela Osmanê Hîzopê kesekî nêzî pêşmergeyên HDK bûye û serdana malbatên pêşmergeyên wê partiyê kiriye û pilan ji bo terorkirina endamên polîtborûya wê partiyê hebûne, lê piştî wê bûyerê eşkere bûye û hatiye girtin.

 

Roja 7ê Adara îsal termê Qadir Qadirî yek ji fermandarên pêşmerge û kadoreyekî pilebilind ê Hizba Demorkata Kurdistanê (HDK) li devera Balîsan a Hewlêrê hatibû dîtin.

 

Piştî dîtina termê Qadir Qadirî, HDKê bi daxuyaniyekê de Komara Îslamiya Îranê bi kuştina wî fermandarê xwe tohmetbar kiribû û daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, ku derbarê bûyerê û aşkerekirina bikujan de lêkolînan bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.344 seconds